Hejmara 2yemîn a Ozgur Halkê derket
Kovara Ozgur Halkê bi manşeta ‘Tu projeyên siyasî yên ku kurdan esas negirin ne rasteqîn e’ derket.

Hejmara 2yemîn Kovara Ozgur Halkê bi naverokeke têr û tijî ku mijarên di rojeva Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê de cih digirin, digire dest derket. Kovar balê dikişîne ser qeyrana pergalî û rola Kurdan a li Rojhilata Navîn. Di hejmara nû de li ser pêşveçûnên siyasî yên li Rojhilata Navîn, krîza pergala kapitalîst û nîqaşên civaka demokratîk gelek nivîs û nirxandin cih digirin.
‘Tu projeyên ku Kurdan esas negirin ne rasteqîn in’
Kovar bi sernavê “Tu Projeyên ku Kurdan esas negirin ne rasteqîn in” gihişt ber destê xwînerên xwe. Di vê çarçoveyê de li ser rewşa siyasî ya herêmê û rola kurdan di pêvajoyên siyasî yên Rojhilata Navîn de nirxandin cih digirin. “Pirsgirêkên Vesaziyê û Pêşengtiya Dema Nû”, “Pêşketina Kedê: Cîhanek Nû Pêkan e” û “Hiqûqa Entegrasyona Demokratîk” sernavên din ên kovarê di berga pêşiyê de tercîh kirin e.
Mijarên vê hêjmarê wina ne:
Tu Projeyên ku Kurdan Esas Negirin ne Rasteqîn in
Pirsgirêkên Vesaziyê û Pêşengtiya Dema Nû
Pêşketina Kedê: Cîhanek Nû Pêkan e
Hiqûqa Entegrasyona Demokratîk
Formûla Bingehîn a Şer li Rojhilata Navîn Rawestîne Xeta Neteweya Demokratîk e
Di Dîrokê de Nakokiya Bingehîn di Navbera Dewlet û Komînê de Ye


