Hejmara nû ya kovara Jinê derket

Hejmara 161emîn a kovara Jinê bi manşeta “Nedîtina keda me û newekheviya civakî” derket.

1 deqe xwendin
Hejmara nû ya kovara Jinê derket

Hejmara 161emîn a kovara Jinê bi manşeta “Nedîtina keda me û newekheviya civakî” hate weşandin.  Di vê hejmarê de li ser keda jinê ya nayê dîtin, rewşa wê ya di nava civakê de û newekheviyên tên kirin hate sekinîn.  

Nivîs û nivîskarên vê hejmara kovarê wiha ne: 

 *Qurbaniyên ewil ên milkiyetê, kirdeya azadiyê jin / Dîlan Yildiz 

 *Keda nayê dîtin, kedxwariya hatiye rewakirin: Çîroka kedê jinê / Rojbîn Kezîban Barût 

 *Xeta asoyê ya feminîzmê: Keda nayê dîtin / Burçak Sel 

 *Jin û zarokbûna di serdema cinawiran de / Gulîzer Îpek 

 *Rastiya me ya di rûpelekî salnameyê de: Nîşeya Garîbeyê ya ji dîrokê re / Meryem Agar