Hêkên pepûkê
Li hin qadên wekî medya û hunerê binihêrin, hun ê bibînin ku nêrînên mêtinger û dagirker bi rêyên medya û hunerê hewl dane wekî meseleya hêkên pepûkê çanda gelê kurd xerab bikin

Pepûk (Pepû, bi latînî Cuculus canorus) yek ji wan çûkên xwedî ‘parazîtîzma kurkketinê’ ye bêyî ku ji xwe re hêlînekê çêbike û çêlikên xwe mezin bike, çûkên din bi kar tîne. Pepûk berê diçe çavdêriya hêlîn û çûkên din dike, dema ku ew çûk ji hêlîna xwe dûr dikeve, pepûk tê hêkeke wê çûkê ji hêlînê diavêje û hêkên xwe datîne wê hêlînê. Jixwe di pêvajoya peresanê de hêkên pepûkê veguherîne û şibiyane hêkên hin çûkên din. Piranî jî beriya hemûyan çêlîka pepûkê ji hêlînê derdikeve û ji bo ku her dem bal li ser wê be hêkên din ji hêlînê diavêje. Çêlika pepûkê ya ku nû ji hêkê derketiye bi deng û tevgerên taybet; maka xwe dixapîne û her dem dixwaze ew çûkên ku ne maka wê ne, wê têr bike. Bi kurtasî pepûk kurkketin û mezinkirina çêlikên xwe bi çûkên din dide kirin.
Dema ku em bi vê metaforê li hin qadên wekî medya û hunerê binihêrin, em ê bibînin ku nêrînên mêtinger û dagirker bi rêyên medya û hunerê hewl dane wekî meseleya hêkên pepûkê çanda gelê kurd xerab bikin, cewhera wê şolî bikin, hunera wê bişibînin hunerên ku heqîqetê pûç dike, civaka wê bike civakeke zombî. Ev nêrînên mêtinger dixwaze ji xeynî sererd û binerd; cîhana fikr, raman û hilberandina hunerî ya kurdan jî xera bikin; û bi rêyên wekî medya, wêje, muzîk û sînemayê jî, wê daxwaza xwe ya xerab pêk bînin.
Yek ji van mînakan TRT 6 / TRT Kurdî ye ya ku di esasê xwe de bi îdiaya ‘gavavêtin, naskirin, geşkirin û bipêşvebirina kurdî’ dest pê kir; lê berevajî wê ziman vediguherîne hêmaneke vîtrînî û li ser mafên meşrû yên ziman zindaneke hişî ava dike. Di vir de kurdî ji bîreke zindî, liberdest û xwedî perspektîfeke berfireh a çandî û polîtîk wêdetir dibe parçeyekî ji heqîqeta xwe hatiye dûrxistin û li ser wê polîtîkayên birêvebirinê werin pêkanîn. Di bernameyeke vê kanalê de navê bajar û navçeyan wekî ‘Yuksekova’, ‘Igdir’, ‘Adiyaman’ tê nivîsandin lê di bernameyeke din de ku bala xwe dide ser eşîr û êlên wê herêmê, navê eşîran wekî ‘Jîrkî’, ‘Tayyan’ û ‘Redkan’ tê nivîsandin. Ev çawa rastî ye ku navê bajaran li gorî navtayînkirina hiqûqa Tirkiyeyê lê navê eşîran li gorî navê wê yê kurdî tê nivîsandin? Di vir de navên bi tirkî dibe hêka ku pepûka bi tirkî dixe bin çûka kurdistanî. Di heman demê de gelê kurd ê ku mafên xwe yên neteweyî, çandî û siyasî dixwaze, dema li ser parçeyekî din êrişek çêdibe bi yekdengî refleksên xwe yên polîtîk nîşan dide jî, di sînorê eşîrtiyê de tê hiştin û wisa tê qebûlkirin. Li vir jî pepûk hêkên xwe yên ku kurdan wekî êşîrên ji hev cihê dibîne; dixe bin çûka kurdan a neteweyî. Bi rêya meşrûbûna parastin û pêşvebirina ziman û mafên wê yên gerdûnî, daxwazên kolonyalîst tên pêkanîn û daxwaz dibe normeke standard û sereke.
Di qada wêjeya kurdî de, yek ji mînaka sereke ya vê metaforê romana ‘Ez ê yekî bikujim’ a Firat Cewerî ye. Di vê romanê de hemû berxwedan û mafên neteweyî têkçûyî ne; karakterên şoreşger şikestî ne, civak riziyaye, exlaq perçiviye. Mirov dibêje qey roman qala rewşeke post-apokalîptîk dike ku şerekî nukleer çêbûye, karesatên ekolojîk pêk hatine, çend kes bi tesadufî sax mane û qala jiyana van kesan dike. Lê berevajî wê dîrok û bîra ku hatiye xwestin li ser wê beton were rijandin, ew beton qelişandiye û zindî ye. Di vê romanê de hemû hêkên daxwaz, xeyal, fantezî û armanca mêtingeriya sed salî dikeve bin çûka ku pêncî sal in li ber xwe dide. Di vê romanê de sê karakterên sereke hene ku, yek jê kesekî şoreşger 15 salan li girtîgehê li ber xwe daye, piştî ku hatiye berdan tevî dayika xwe di nav xizaniyê de dijî. Karaktera din jinek e ku li hemberî feodalîteyê serî hildaye, bûye şervan, şer kiriye; piştî ku dîl hatiye girtin tiştên gelek xerab hatine serê wê û piştre em dibînin ku ev jin ketiye nav lepên fihûşê. Karakterê din jî nivîskarek e, ji bo vejandina ziman çûye sirgûnê û piştre ji bo panelekê vedigere bajarê ku jê sirgûn bûye.
Ev romaneke wisa ye ku, ji bo nirxandina wê divê mirov tulumê Hazmatê (kurteya ‘Hazardous Materials’ ango madeyên xeternak ên ku xisarê didin xweza, mirov û zindiyan. Di şewbên giran de, di êriş û krîzên biyolojîk û nukleer de xebatkar li xwe bikin) li xwe bike. Ji xeynî îdiayên ku kurd ji ‘kart-kurt’ê hatine û ‘teriya wan heye’ hemû xeyal, daxwaz û fanteziyên civakî yên mêtingeriyê di vê romanê de xwe didin der.
Îro ne 15 sal em dibînin şoreşgerên ku 30 salan girtî mabûn dema tên berdan li bajar û navçeyên xwe wekî mitîngan tên pêşwazîkirin; şervanên ku piştî 30 salan tê berdan diçin serdana gorên hevalên xwe yên ku 30 sal berê şehîd bûne û bi tenê ew cihê goran dizanin. Li aliyekî rastiya jinên kurd heye, dev ji nivîsandina bi kurdî berde dema ku li derve kesî nediwêrî bibêje ez kurd im, wan li zindanên Amedê tifî rûyê dîktatorên dagirker dikir an jî ji bo ku nekevin destê dijmin xwe ji kendalan diavêtin.
Bi hezaran mînakên wisa dikarin werin dayîn, çawa ku her dara stûr ne ziyaret e, her berhemeke kurdî jî ne xwedî pîrozbûn û girîngiyê ye. Nayê qebûlkirin ku têkçûn û qerezên şexsî; bêyî ku li bêjingê were xistin –heke ev tişt halê wê yê li bejingêketî be, sosret mezintir dibe- bi awayê ku bi dilê dagirkeran be, bibe berhemeke hunerî. Di vir de berhem kirasê hunerê li xwe dike lê mirov dizane ku di paşila wê de xençera biçûkxistin, tunekirin, parçekirina civak û gelekî heye.
Ev mînakên wisa piçekî jî dişibin greyfûrtê ku bêhna wê xweş e lê tehl e. Li vir afirandina wêjeyî wekî bêhneke xweş xuya dike; lê gotin bi xwe tehl e û ne tehlbûneke şexsî yan jî ji bo komekê ye. Tehlbûneke ku civakê wekî sergo û xurdeyan dibîne, tehlbûneke ku mirov jehrî dike, tehlbûneke ku mar hevza xwe jê dikin, tehlbûneke ku mirov vedireşîne.


