Helbestvanê kurd Ehmed Huseynî li Amûdê defin kirin
Cenazeyê Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî bi karwaneke girseyî li goristanan bajarê Amûdê defin kirin.

Cenazeyê Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî ku 10ê Adarê de li Stockholmê yê Swêda jiyana xwe ji dest da, li Amûrê bi girseyî hate definkirin. Cenaze duh ji Amedê şandin Rojava. Rêhevalên wî li ber Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) yê bajarê Qamişloyê pêşwazî kir.
Cenzeyê Ehmed Huseynî li ber dengê wî yê xwendina helbestê, ji hêla hevalên wî yê helbestvan, rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, nûnerên ji PYD, MSD, KNK, hunermend û wêjevan ve derbasî navendê hate kirin, piştî ji navendê hate derxistin karwanê cenazeyê berê xwe da bajarê Amûdê. Karwanê cenaze li Qada Jina Azad a bajarê Amûdê ji aliyê gel, malbat û hevalên wî ve, bi lêdana sirûda “Ey Reqîb” ji aliyê Koma Serdem a Muzîkê ve hate pêşwazîkirin. Paşê cenazeyê wî ber bi mizgefta Selahedîn El Eyûbî ve birin û li ser nimêj kirin. Girseyê piştî nimêjê cenaze li goristanan bajarê Amûdê ya Kevin spartin axê.
Desteya Çandê ya Cizîrê û Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê (DHNRK.RK) ji bo sersaxiyê li Navenda Çand û Hunerê ya Horî ya bajarê Amûdê merasîma sersaxiyê orgenîze kir.
Malbat û hevalên Ehmed Huseynî tev li merasîmê bûn, piştî deqeya rêzgirtinê, di merasîmê de li ser navê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) û Desteya Çandê ya Cizîrê Ebdulmecîd Xelef axivî û diyar kir ku hatina ew qas kesan ji bo Helbestvan Ehmed Huseynî diyar dike ku ew xwedî li derdikevin. Weke ku Ehmed Huseynî dikir ji wan tê xwestin ku ew jî xwedî li rewşenbîr û zaneyên li welatê xwe derkevin.
Li ser navê DHNRK.RKê, Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê Enahîta Sîno, Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso, Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî, Li ser navê malbata Ehmed Huseynî û HRRK`ê Mûnîr Şêxî axaftin kirin û bal kişandin ser kesayetiya Ahmet Huseynî.
Dê merasîmê sersaxiyê dê sibe jî bidome.


