Hespê Turin êdî bê siwar e!
Mirov dema li fîlmên Béla Tarr temaşe dike û zîmanê sînemaya wî dinihêre dibîne ku sînema ji bo wî qada sereke ya berxwedan û têkoşînê ye. Ew vêya ne bi zimanekî klasîk an jî normal dimeşîne; bi felsefe, raman û estetîkî li hemberê mekanîzmaya kaptalîst û desilatdariyê dide nîşandan.

Stêrkeke din a sinemaya cîhanê şimitî û çû; derhêner Béla Tarr, di 70 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Ev rewşenbîr û derhênerê macarî bi rêya sînemayê, tenê fîlmên reş û spî û xwedî çîrokên balkêş neanî ser perdeye spî, di heman demê de ji me re bi fîlmên xwe mîrateyek exlaqî, felsefîk û wijdanî hişt.
Béla Tarr, 21ê tîrmeha 1955an li bajarê Pecsa Macaristanê ji dayik dibe. Ciwantiya Béla Tarr, di nav sîstema sosyalîst de derbas dibe. Ev rewş û hişmendî li ser wî bandorek mezin dike.
Ji ber vê yekê ew di 16 saliya xwe de fîlma xwe ya yekemîn dikişîne. Béla Tarr ê ciwan di vê fîlmê de behsa jiyana rojane ya karkeran dike; zehmetiyên dijîn, neheqiyên sîstemê li ser wan ferz kirine, rexne dike û tîne ser ekrana spî.
Ev rêwîtî di nav demê de bi nêrînek kûr û felsefîk berdewam dike. Ji xwe re zimanek sînemayê ava dike û destnivîsek diafirîne.
Fîlmên Béla Tarr
Béla Tarr, fîlmên wek The Outsider (1981), The Prefab People (1982), Almanac of Fall (1984) kişandin. Lê naskirina wî di qada navneteweyî de bi fîlma Damnotionê bû. Ev fîlm, sala 1988an, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê hat nîşandan. Ji vê salê şûn ve ew hat naskirin.
Sala 1994an, Sátántangó, anî ser perdeya spî. Dema vê fîlmê bi giştî 7 saet û nîv bû. Hem bi mijara xwe hem jî bi şêwaza kişandin û estetîkê ne tenê ji bo Macaristanê û Béla Tarr, ji bo cîhana sînemayê jî bû mînak û bi xwe re gengeşiyên mezin derxistin holê.
Dûre, sala 2000î, jî fîlma bi navê ‘Werckmeister Harmonies’ kişand. Lê fîlma herî balkêş û cuda ‘The Turin Horse’, sala 2011an kişand. Fîlm di Berlinale ya Almanyayê de hat nîşandan û xelata juriya mezin wergirt.
Ev fîlm di nav berhemên sereke yên fîlmografiya wî de cih girt û weke stêrkeke geş di ezmanê sînemaya cîhanê de şewq veda.
Rexneyên li ser sîstema kaptalîst
Di fîlmografiya wî de du behrem dertên pêş. Yek ji wan fîlma ‘Sátántangó’ ye. Ev fîlm bi dema xwe ya 7 seat û nîvî, yek ji berhemên herî tund û radîkal ên sînemayê ye û di nav hemû karên Béla Tarr de wek lûtkeya wî ya herî bilind tê hesibandin. Fîlm li wargehek Macaristanê, li koletîfa çandiniyê ya ku hêdî hêdî di nav rizandin û mirinê de dihele, çîrokekekê vedibêje. Piştî hilweşandina sîstema sosyalîst, valahiya exlaqî ya ku derketiye holê, kesên hêviyê difiroşin û xwesteka rizgariya mirov, bi nîhîlîzmeke tund û bêrehm tê lêkolînkirin. Hem ji ber mijarê hem jî şêwaza kişandinê Béla Tarr rexneyên li sîstema kaptalîst dike û nîşanî me dide ku ev sîstem çare nîne.
Hespê Torîno
Hespê Torîno jî wek fîlmên wî yên din xwedî heman şêwazê ye. Mijara fîlma wekî barana ku li ser axa riziyayî dibare, hilweşandina mirovên tenê, çareseriya civakê ya di nav toz û tarîtiyê de û bêhêviya siyasî ya ku mîna şevê dirêj dibe, bi rîtmeke giran û bêdeng berdewam dike.
Reng û zimanê sînemaya Béla Tarr ne tenê bi serê xwe polîtîk e. Herwiha felsefeyeke kûr, lêgerîna edelet û wêjeyî heye. Gotinên dîrokî, hêviyên azadiyê van fîlman bi qîmetir dikin.
Béla Tarr, bi awayekî zanebûn li dijî prensîbên bingehîn ên vegotinên klasîk a sînemayê dertê û bi destnivîsek cuda dikeve rê.
Planên dirêj, qutkirin û girêdanê wêneyên reş û spî, diyalogên kêm, zimanê Béla Tarr yê sînemayê ye. Ev rê û rêbaz temaşevanan ji kursiyên salonên sînemayan radike û dixe nav fîlmê. Wan bi xwe re dike şahid û parçeyek rastiyê
Mirov dema li fîlmên Béla Tarr temaşe dike û zîmanê sînemaya wî dinihêre dibîne ku sînema ji bo wî qada sereke ya berxwedan û têkoşînê ye. Ew vêya ne bi zimanekî klasîk an jî normal dimeşîne; bi felsefe, raman û estetîkî li hemberê mekanîzmaya kaptalîst û desilatdariyê dide nîşandan.
Bi rastî jî Béla Tarr, bi sekn û têkoşîna xwe hêviyê dide mirovahiyê. Dema ku dev ji sînemayê berdide, 2017, di hevpeyvîneke xwe de bi awayekî aşkere vê gotinê dibêje, ‘’Li cîhanê sînema ji bo min ne amûrek şahî û kêfê ye, ew hunera heftan e.”
Béla Tarr, 6ê çileya 2026an, ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da û ji nav me koç kir. Lê wî di jiyana xwe ya 70ê salî de ji bo mirovahiyê fîlmên reş û spî yên felsefîk, têkoşer û berxwedêr hiştin.


