Heta azadiyê em ê meşa xwe bidomînin
Bi sedan jinên ku ji bo meşa Gemlîkê ji bajarên bakurên Kurdistanê hatin Amedê li ber avahiya DEM Partiyê ya Rezanê kom bûn û ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin. Jinan destnîşan kir ku heta azadiyê ew ê meşa xwe bidomînin.

Tevgeran Jinên Azad (TJA) dê di 19ê Nîsanê de li navçeya Gemlîka Bursayê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi diruşmeya “Niha dema azadiya Rêber Apo û dema jinan e” meşekê li dar bixe. Bi sedan jinên ku ji ber meşa Gemlîkê ji bajarên bakurê Kurdistanê yên cuda hatin Amedê li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rezanê ya Amedê kom bun û têkildarî meşê li vir daxuyanî dan. Parlamenterên DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan û Adalet Kaya, endam û nunerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û gelek welatî li ber avahiyê amade bûn û jin oxir kirin. Jinan li vir govend gerandin û diruşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Beriya ku jin bi rê bikevin Parlamenterê DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan û Hevseroka TUAY-DERa Amedê Yeter Erel Tûma axaftin kirin.
‘Jinê ruhê pêşengtiyê daye pêşiya xwe û aniye vê derê’
Newroz Uysal Aslan da zanîn ku ew ji bo meşa Gemlîkê hatine bahev û li ser girîngiya meşê ev tişt anî ziman: “Ev meş bîst û pênc sal in bênavber didome. Bi sebrê, bi têkoşînê, bi berxwedanê û bi hevgirtinê ev bi salan e meşa me didome. Meşa ku me anî vir, ne bi salan, ne bi mehan e, jinên Kurd, gelê Kurd, dayikên Kurd tu carî esaret û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd qebûl nekiriye û li hemberî wê bê navber li ber xwe dane. Hevalno, ev cara heştemîn e ku berê gelê me li Gemlîkê ye. Di her heşt caran de jî jin, ciwan, dayik pêşengtiya vê meşê, pêşengtiya vê rêyê kirine. Mîna têkoşîna aştî û azadiyê, di vê meşê de jî jinê ruhê pêşengtiyê daye pêşiya xwe û aniye vê derê.”
‘Prensîba hêviyê prensîba me ye, lê ew hêvî bê azadiya te nabe’
Newroz Uysal Aslan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser doza Gulistan Dokûyê û polîtikayên şerê taybet û wiha domand: “Şerê taybet bi doza Gulistanê re careke din xwe da xuyakirin. Li Sêwregê, li Mereşê bi destê rejîmê, zarok hatin kuştin. Li girtîgehan her roj mirin an jî kuştin pêk tên. Gulistan, Rojîn Kabaîş, Narîn Guran; ev ne tenê navek in, her bûyerek di nava xwe de qeyranek, aloziyek û sedema têkoşîna me dide xuyakirin. Li xwezaya me, li Cûdî, Besta, Akbelen, Gimgimê her roj wêrankirin, her roj qirkirin pêk tê. Û ev her alî ji bo me sedema têkoşînê ye. Ev hemû di nava jiyana me de daxwaza azadî û aştiya me digire. Û em dizanin, ji azadiya jinan, ji wêrankirina xwezayê, destdirêjî û kuştina zarokan, azadiya girtiyan, ev hemû di Gemlîkê re, di Îmraliyê re derbas dibin. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd senteza azadiyê, senteza têkoşînê ye. Fikrên wî, pirtûkên wî, banga wî, sekna wî ji bo me sekneke û senteza azadiyê ye. Hevalno, peyama ku Rêberê Gelê Kurd ji Akademiya Jineolojiyê re rêkiriye, tê de gotiye: ‘Min ji bo jinan prensîba hêviyê pêk aniye.’ Em jî weke jin dibêjin: Prensîba hêviyê prensîba me ye, lê ew hêvî bê azadiya te nabe. Werin em senteza azadiyê, fikrên azadiya jinê, bi azadî û daxwaza wî mezintir bikin.”
‘Em ê her tim rêwîtiya xwe bidomînin’
Yeter Erel Tûma jî da zanîn ku îro dest bi rêwîtiyeke ku gav bi gav ber bi hêviyê ve dimeşin dikin û wiha axivî: “Em dîsa li cem hev in. Wekî ku were bîra we jî di dîrokeke pir nêz de, em bi qasî 250 kesan ber bi Meclisa Enqereyê ve meşiyabûn û ji bo mafê hêviyê û azadiya fizîkî ya Birêz Abdullah Ocalan me dîsa meşek dabû destpêkirin. Wê rojê, aktîvîsta TJAyê Sebahat Tuncel a ku axaftina vekirinê ya wê meşê kiribû, îro mixabin ne di nav me de ye. Beriya her tiştî, em hezkirin û silavên xwe arasteyî wê dikin. Bila bê zanîn ku, bêyî ku rojek an jî kesek kêm bibe, em ê her roj hejmara xwe zêde bikin û heta ku em bighêjin armanca xwe, em ê rêwîtiya xwe bidomînin. Em soz didin hemû hevrêyên xwe yên jin ku ji bo aştî û azadiyê têdikoşin. Di serî de Birêz Abdullah Ocalan, heta ku em hemû girtiyan yek bi yek bigihînin azadiya wan a fizîkî, em ê meş û têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî axaftinan jin bi tililî û çepikan ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin.


