Hevdîtina DYA û Îranê dest pê kir
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi ji bo tura muzakereyê ya nû ku wê têkildarî bernameya nukleer bi DYAyê re were meşandin, şeva pêncşemê gihişte paytexta Umman, Maskatê.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê, Arakçi wê li vir bi Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê DYAyê Steve Witkoff re bicive. Hevdîtin piştî tengasiya ku bi mehan navbera her du welatan dom kir, pêk hat.
Arakçi beriya hevdîtinê li ser platforma medyaya dîjîtal Xê, bi Îngilizî daxuyanî da û banga “rêzdariyê” kir:
“Wekhevî, rêz dayîna hevdû û berjewendiyên hevpar gotinên vale nînin; evane bingeh û şert û mercên peymaneke mayînde ne.”


