Hevdîtina şandeya DEMê û CHPê dest pê kir
Hevdîtinên Şandeya Îmralyê ya DEM Partiyê yên bi partiyên siyasî yên nûnertiya wan li Meclisa Tirkiyeye hene re didomin.

Hevdîtinên Şandeya Îmralyê ya DEM Partiyê yên bi partiyên siyasî yên nûnertiya wan li Meclisa Tirkiyeye hene re didomin. Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û siyasetmedar Ahmet Turk îro bi serokê CHPê Ozgur Ozel re hevdîtinê dikin.
Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel de dest pê kir. Hevdîtin, li odeya Ozel a li Meclisê hate kirin. Sekretera Giştî ya CHP’ê Selîn Sayek Boke, Cîgira Serokê Giştî yê CHP’ê Gokçe Gokçen û Serokwekîlê Koma Meclisê yê CHP’ê Gokhan Gunaydin jî tev li hevdîtinê bûn.


