Hevgirtina jinan

Di dîrokê de kengî tundiya desthilatdariyê zêde bûbe, hevgirtina jinan jî zêdetir bûye. Ji ber ku jin jiyanê wek bûyînek tekekes na, wek hebûneke kolektîf dibîne.

1 deqe xwendin
Hevgirtina jinan

Di gelek bûyer û dîrokên cuda de em dibînin ku jin tevî netewe, ol û baweriyên xwe yên cuda dikarin di heman bûyer an jî mijarê de xwe bigihînin hev. Di bûyerên xirab de hatina gel hev a jinan elbet ne tesaduf e. Pirsgirêkên ku jin dijîn ne pirsgirêkên takekes an jî demkî ne. Ji ber vê yekê êrişa li jinekê ne tundiyeke şexsî ye, encama êrişên hezaran salan ên desthilatdariya mêrperest in, ku îro rû didin. 

Di salên dawî de me bi kuştina Jîna Emînî, 16ê îlona 2022yan, dît ku jin çawa bi yek deng û çalakiyê xwedî li hev derketin. Jêkirina por a di vê çalakiyê de ne ji bo şîngirtinê bû. Li dijî êrişa li ser bedenê pêk hat, bersivdayîna bi bedenê bû. Di dîmenên ku hatin parvekirin de jinan di nav bêdengiyekê de ji hişmediya mêrperest re got hûn nikarin me li gor pîvanên xwe me pênase bikin an jî teşe bidin me. Ev qêrîneke bêdeng a gerdûnî bû. 

Di 22yê çileya 2026an de çeteyekî HTŞê porê şervaneke kurd ê honandî jêkir û wek diyarî da çeteyekî din. Ev êrişa ku bi rêya jêkirina por li ser jinan pêk hat, ji aliyê wan çeteyan ve hat kişandin û li ser medyaya dîjîtal hat belavkirin. Li dijî vê hovîtiya hişmendiya mêrperest jin bi hişmendiya polîtîk û exlaqî rabûn. Jinan bi honandina porên xwe got ku ew li dijî hişmendiya hilweşîner a mêrperest alîgirên jinûveavakirinê ne. 

Ev êrişa ku pêk hat dibe ku ji aliyê gelek kesan ve wek êrişa li dijî ‘jineke nenas’ were şîrovekirin. Lê jin çawa ku dizanin civak ji yek bi yek ji kesan pêk nayê, encama avakirina têkiliyan e, bi heman awayî dizanin ku ev êriş ne tenê li dijî jinekê ye. 

Jin bi zanebûna ku tiştên honandî ji hev nakevin li dijî vê êrişê piştgirî dan hev. Belkî kesên ku dîmenên jinên ku porê xwe dihonin temaşe dikin dibêjin ‘jin porê xwe dihonin’ lê di rastiyê de jinan bi porê xwe re êş û îradeya xwe jî bi hev re honand. Ev çalakî li dijî desthilatiya hişmendiya mêrperest rêxistinbûneke bêdeng û bibandor bû. 

Modernîteya kapîtalîst jinan an dike nav çar dîwaran an jî dike vîtrînan. Lê hevgirtina jinan van herdu rêbazên teşedayînê jî red dike û rêyeke din dide ber xwe. Ev rê êşên ku jin dikişînin ber bi hişmendiya hevpar a polîtîk ve dibe.

Di dîrokê de gelek mînakên vê hene. Dayikên Plaza de Mayo, Dayikên Şemiyê, Xizmên Wendayan bi hev re bi heman zimanî diaxivin. Dîsa kampanyaya #MeToo ji çalakiyên takekes wêdetir li dijî hişmendiya mêrperest têkçûna bêdengiyê bû. 

Ji ber vê yekê mirov nikare hevgirtina jinan wek teqîna hestan pênase bike. Hevgirtina jinan di rastiyê de hewldana vegera xwebûnê ye. Dema em lê dinihêrin di dîrokê de kengî tundiya desthilatdariyê zêde bûbe, hevgirtina jinan jî zêdetir bûye. Ji ber ku jin jiyanê wek bûyînek tekekes na, wek hebûneke kolektîf dibîne.

Dema em bi nêrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê mijarê binirxînin em ê bibînin ku jin bi hevgirtina xwe tenê li ber xwe nadin, di heman demê de rêya avakirina civakek azad jî nîşan didin. Ev hewldana jinan bi qelebalixî pêk nayê. Carna bi meqesek, carna bi honandina por carna jî tenê bi bêdengiyê pêk tê. Ev hevgirtin û hewldan desthilatdariyê texlît nake, desthilatdariyê bêwate dike.