Hevpeymaniya Hêzên Siyasî: Îran kampên sivîlan dike hedef

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, diyar kir ku Îran kampên sivîlan dike hedef û ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku êrîşên Îranê yên li dijî sivîlan bide rawestandin.

1 deqe xwendin
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî: Îran kampên sivîlan dike hedef

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, der barê êrişên Îranê yên li ser Rojhilat û Herêma Federe ya Kurdistanê de daxuyanî da û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. Hevpeymaniyê di daxuyaniyê de diyar kirin ku di nava 21 rojan de balafirên şer ên rejîma Îranê êrişî qadên sivîl kirine û serweriya neteweyî ya Iraqê û pîvanên navneteweyî bi dehan caran bi awayekî aşkera binpê kirine. Hevpeymaniyê di daxuyaniyê de anî ziman ku ev rejîm, bi êrişên moşek û balafirên bêmirov ên hov û dubare, kampên penaberan û navendên partiyên siyasî yên Rojhilat bêyî rawestandin kirine hedef."

Hevpeymaniyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku kampên penaberan û partiyên siyasî tên hedefgirtin û bang li Sekreterê Giştî yê NYê û Konseya Ewlekariyê, hikûmeta DYAyê û welatên hevalbend, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir. .