Hevşaredarên bajarê mezin ên Amedê Newroza gel pîroz kirin

Hevşaredarên Amedê xêrhatina gel kir û Newroza gelê kurd pîroz kirin.

1 deqe xwendin
Hevşaredarên bajarê mezin ên Amedê Newroza gel pîroz kirin

Newroza Amedê ku bi beşdariya sed hezaran kesan tê pîroz kirin, berdewam dike. Hevşaredarên Amedê wekî mazûvanên bajar gel silavkirin û cejna Newrozê pîroz kirin. Hevşaredara Amedê Sera Bucak bi Kirmancî û Kurmancî cejna gel a Newrozê û Remezanê pîroz kir. Piştre Hevşaredara Dogan Hatun jî Newroza gel pîroz kir û wiha got: “Amed hûn îro ne tenê Amed in. Hûn Silêmanî, Hewlêr û Mahabad in. Hûn îro Efrîn in. Newroza Hewlêr, Efrîn, Silêmanî û sûka Mahamadê pîroz be. Îro Newroza azadiyê ye. Hemû bajarên me li Amedê ne. Ji van bajaran mêvanên qedir bilind li Amedê ne. Hûn ser seran û ser çavan hatin. Amed dengê azadiyê ji kolanên we tên. Çavê cîhanê îro li we ye. Dengê xwe bilind bikin.''