Hevşaredarên DEM Partiyî hatin binçavkirin, şaredarî di dorpêçê de ye

Hevşaredarên Navçeya Akdenîz a Mêrsînê yên DEM Partiyî Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Oruç di serdegirtinên malan de hatin...

1 deqe xwendin
Hevşaredarên DEM Partiyî hatin binçavkirin, şaredarî di dorpêçê de ye

Hevşaredarên Navçeya Akdenîz a Mêrsînê yên DEM Partiyî Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Oruç di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina hevşaredar û endamên meclisê nehat zanîn. Polîsan, avahiya şaredaryê bi bariyeran dorpêç kirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan ku nehiştin bikeve avahiya şaredariyê, diyar kir ku polîs di hundirê şaredariyê de lêgerînê dikin. Bozan, wiha got: “Polîsan nehiştin em bikevin avahiya Şaredariya Akdenîzê û gotin ku qeyûm biryara qedexeyê daye. Ji me re gotin; ‘Li Şaredariya Akdenîzê qeyûm hate tayînkirin û dê li ser malpera walîtiya Mêrsînê bê parvekirin.’ Qeyûm xesp e, diziya îradeyê ye, em biryara tayînkirina qeyûm qebûl nakin.”