Hevserokê ESPê jî di nav de 47 kes hatin girtin

Di operasyona ESPê de Hevserokê ESPê Mûrat Çepnî ji nav de 47 kes hatin girtin û 9 jî bi biryara bi kontrola edlî hatin berdan.

1 deqe xwendin
Hevserokê ESPê jî di nav de 47 kes hatin girtin

Di 3yê sibatê de li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Ajansa Nûçeyan a Etkîn, Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAVê operasyona siyasî pêk hat. Polîsan li 22 bajaran bi ser gelek malan de girtin û 95 kes binçav kiribûn.

Ji 95 kesan 56 kes îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hatin kirin. 56 kes piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dageriyê hatin kirin.

Piştî îfadeya li dadgeriyê Hevserokê ESPê Mûrat Çepnî jî nav de 47 kes hatin girtin û 9 kes jî bi kontrola edlî hatin berdan.