Hevserokên DBPê serdana Pêşengeha Pirtûkan kirin
Li Amedê 8emîn Pêşengeha Pirtûkan di roja dawî de berdewam dike.

Li Amedê 8emîn Pêşengeha Pirtûkan di roja dawî de berdewam dike. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û şandeya bi wan re serdana pêşengehê kirin û li standên weşanxaneyên Kurdî yek bi yek geriyan.
Hevserok nemaze hatin serdana standa Weşanxaneya Aramê û piştgiriya xwe ya ji bo Aramê ragihandin. Bayindir û Ûçar kêliyek li cem xwediyê Aramê Hakki Boltan rûniştin û li gel hev sohbet kirin. Boltan qala zextên polîsan ên li ser Aramê ji hevserokan re kir.
Hevserokan piştre li standên Kurdî geriyan û li hal û rewşa weşangerên Kurd pirsîn. Hevserok Keskîn Bayindir paşê çû standa Weşanên Belge û di şûna nivîskarê girtî Zekî Bayhan ê ku ji sala 1998’an ve girtî ye pirtûkên wî îmze kir. Gelek xwîner hatin standê û pirtûkan bi Bayindir dan îmzekirin.
PENa Kurd piştgiriya xwe bo Aramê ragihand
Her wiha Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan jî hat serdana standa Weşxaneya Aramê kir û piştgiriya xwe ji bo weşanxaneya ragihand. Fîdan kêliyek li cem xebatkar û nivîskarên Aramê sohbetê kir.


