Hevserokên DEM Partî û DBPê wê biçin Rojava

Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatemogullari û hevserokên Giştî yên DBPê Keskîn Bayindir bi parlementer, nûnerên baro û rêxistinên sivîl wê sibê biçin Rojava.

1 deqe xwendin
Hevserokên DEM Partî û DBPê wê biçin Rojava

Li gorî daxuyaniya ku ji hêla Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) aht dayin de, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamentera Wanê ya DEM Partiyê û berdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, parlamenterê Mersînê Alî Bozan û nûnerên baro û rêxistinênsivîl wê biçin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Hat diyarkirin ku ew ê bi rêya Başûrê Kurdistanê biçin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di serdanê de wê bi nûnerên partiyên siyasî yên herêmê re, hevdîtinê bikin.