Hevserokên DEM Partiyê ên Dîlokê banga tevlibûna Newrozê kir
Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya Dîlokê ku dê sibe were lidarxistin, banga tevlibûnê hate kirin.

Sibe dê li Qada Stasyonê ya Dîlokê pîrozbahiya Newrozê were lidarxistin. RêxistinaH, amadekariyên Newrozê temam kir. Hevserokên Bajêr Hatîce Kuçuker û Mehmet Fesih Yeşîl, banga tevlibûna Newrozê li hemû welatiyan kir.
Wekîlên DEM Partiyê Huseyîn Olan û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît dê beşdarî pîrozbahiyê bibin. Her wiha hunermend Mehmet Atli dê derkeve ser dikê.


