Hezaran li Qamişlo, Amed, Êlih û Almanyayê Newroz pîroz kirin

Bi hezaran kesên ku li bajarên Amed, Êlih, Qamişlo û bajarê Hamburgê yê Almanyayê kom bûn bi coşeke mezin li dora Agirêi Newrozê govend gerandin û Newroz pîroz kirin.

1 deqe xwendin
Hezaran li Qamişlo, Amed, Êlih û Almanyayê Newroz pîroz kirin

Bi hezaran kesan li Amed, Êlih, Qamişlo û Hamburgê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. 

Qamişlo

Şêniyên taxa Kornîş a bajarê Qamişloyê di bin baranê de di nava coş û şadiyê de agirê Newrozê dadan. Li Qada şahiyê alên YPG, YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Di şahiyê de endamên saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan bi cilên Kurdî tevî hildanan sembolên Kurdî amade bûn. Amadebûyan li ber stranên şoreşgerî yên girêdayî vê boneyê dîlan gerandin.

Amed 

Li navçeyên Erxenî û Hênê jî nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî kom bûn û agirê Newrozê pêxistin. Li navçeya Erxenî girseya ku li gundê Selmanê kom bûn, agirê Newrozê pêxistin û li dora agir govend gerandin. Girseya ku li dora agir kom bûn li ber def û zurneyê govend gerandin.

Li navçeya Hênê ya Amedê jî girseya ku li heve kom bûn, heta bazara sebze meşiyan û li vir agirê Newrozê pêxistin. Girseyê piştî agirê Newrozê pêxist li dora Agirê Newrozê govend gerand û Newroz pîroz kir. Girseyê li dora agir bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo" berz kirin. 

Êlih 

Li taxa Petrolkentê ya Êlihê jî girseya ku di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk de kom bûn agirê Newrozê pêxistin û li dora Agirê Newrozê govend gerandin. Girseyê li tenişta Parka Şerzan Kurt agirê Newrozê pêxist û li dora agir govend gerandin û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û fîşekên hewayî avêtin. Girseyê li vir posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û dirûşmeya “Bican bixwin em bi te re ne ey Serok” berz kirin. 

Hamburg

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), li bajarê Hamburgê yê Almanyayê kom bûn bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Şahiya Newrozê ku li tenişta kompleksa Çandê ya Rote Flora ya semta Sternschanzeyê kom bûn li vir bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Endamên Meclisa Gelê Kurd a Demokratîk a Hamburgê, Meclisa Jinan a Rojbinê, enternasyonalistên Alman û Kurdistanî li vir kom bûn û bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Endamên TCŞyê pankarta “Newroz ji Rêber Apo, gerîla û gelê Kurd re pîroz be” vekirin. Girseyê bênavber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir.