Hêzên asayişê bendên hevbeş li Çelebiyê danîn
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên hikûmeta demkî re li navçeya Çelebiyê ye Kobanê bendên kontrolê yên hevbeş danîn.

Di çarçoveya bicîhanîna bendên peymana 29ê Çile ya navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, li gorî xala ku dibêje “Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê berpirsiyariya parastina ewlehî û aramiyê ya hevbeş bigirin ser xwe, bendên hevbaş danîn. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Asayîşê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Wezareta Hundirîn a hikûmeta demkî bendên hevbeş li bajarê Çelebiyê danîn.
Danîna bendan li Çelebiyê, piştî tesbîtkirina bendên hevbeş di demeke berê de li bajarokê Şiyox ê gundewarê Kobanê û belavbûna hêzên ewlekariyê li herêmê pêk hat.


