Hêzên leşkeri ên Îranê 500 kes bi tohmeta ‘sîxuriyê’ binçav kir
Hêzên leşkerî yên Îranê her diçe baweriya wê ya ji welatiyên Îranê lewaz dibe û wan bi tohmeta ‘sîxuriyê’ digire û dike girtîgehan.

Li gorî agahiya malpera înternetê Mepa Newsê li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji 500 kesî zêdetir welatiyên Îranê bi tohmeta ku ji welatên din re ‘sîxuriyê’ kirine girt û şand girtîgehan. Rejîma Îranê qaşo van welatiyên Îranê agahiyên derbarê tesîsên leşkerî de, di cihên ku êrişên hewayî lê qewimîne de û di operasyonên bersivdana awarte de agahî dane servîsên îstixbarata biyanî û dezgehên medyayên opozîsyonê tewambar dike û bi van boneyan digire dike girtîgehan.
Kesên rastiya şer belge dikin wek sîxur tên tawanbarkirin
Li gor agahiya malperê hêzên leşkerî yê rejîmê van girtinên komî wekî operasyoneke ‘ewlehiya navxweyî’ pênase dike. Her wiha rayedarên rejîmê diyar dikin ku kesên hatine girtin bi awayekî sîstematîk mijûlî komkirina îstixbaratê bûne û li ser ewlehiya neteweyî xetereyeke giran in.
Lê belê rêxistinên mafên mirovan û malbatên kesên hatine girtin, eşkere dikin ku tohmetkirina sîxuriyê tirsa pergala rejîmê ye û tohmeta bêbinî ye. Malbat û saziyên mafên mirovan diyar dikin ku her kesê ku şer belge dike û agahiyan bi cîhana derve re parve dike, rejîm wek “sîxur” wan dibîne û digire, îşkence li wan dike û wan dike girtîgehan.


