Hikûmata Şamê peymanê bin pê dike
Ligel peyman û girbestê jî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dorpêça li ser Kobaniyê didomîne û qeyrana mirovîn kûr dike.

Ligel nîqaşên pêkanîna peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, binpêkiniên Şamê jî didomin. Ligele peyman û agirbestê jî dorpêça li ser Kobanê ya ku zêdetirî 500 hezar kes lê dijîn didome. Piştî êrişên DAIŞ-HTŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kobaniyê ceyran, av û înternet hatin birîn. Li bajarê ku ev roj in av û ceyran nîn e, krîza mirovî roj bi roj kûrtir dibe. Her çiqas êriş rawestiya bin jî dorpêç wekî rêbazek şer tê berdewam kirin.
Divê dorpêç were rakirin
Li gorî peymana 30ê çile ya di navbera Hikûmeta Demkî û Rêveberiya Xweser de diviya dorpêça li ser Kobaniyê bihata rakirin. Li gorî peymanê hêzên Hikûmeta Demkî dê xwe ji herêmên kurdan vekişanda û dawî li dorpêçê bianiya. Bes ligel ku demek dirêj derbasbûye jî Hikûmeta Demkî hêj gavek ne avêtiye. Ev pêkanîna keyfî ya Hikûmeta Demkî dibe sedema qeyrana mirovîn û binpêkirina peyman û hiqûqa navneteweyî.


