Hikûmeta Demkî ya Sûriyê 10 dîlên din berdan
Hekûmeta Demkî ya Sûriyê 10 dîlên din yên HSDê serbest berdan. 10 dîlên hatin berdan, ji Helebê derketin rê.

Hikûmeta Demkî ya Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 29ê çile de peymana ku ji 14 xalan pêk dihat îmez kirin. Yek ji van xalan jî mijara dîlgirtiyan bû. Di çarçoveya xala peymanê hikûmeta Demkî ya Şamê 10 dîlên din serbest berdan. 10 dîlên hatin berdan, li gel şandeya Kobanê ji Helebê ber bi Kovanê ve bi rê ketin.


