Hişê hegemonîk û pêvajoya çareseriyê

Kurdên ku ‘’aştî’’ di çarçoveya ‘’civaka demokratîk’’ de, di ‘’siyaseta demokratîk’’ de qebûl kirine, siyaseta wesayet û zenaatkarî qebûl nakin. Kurd, azadiya Rêber Abdullah Ocalan, mercê nebe nabe dibînin.

1 deqe xwendin
Hişê hegemonîk û pêvajoya çareseriyê

Dîroka komara Tirkiyeyê piştî sed salî jî, di siya teşkîlata Îttîhat û Terakkiyê de ye. Min got “teşkîlat“, ji ber ku vê tevgerê, ti carê weke partiyeke siyasî hereket nekiriye. Di hemû kiryarên xwe de, ji pêşketinên sîlsîleya hişmendiyê dûr hereket kiriye û “hêza fizîkî“ bi kar aniye. Hêza fizîkî ji felsefeya dîrokî, ji exlakê civakî dûr e. Teşkîlatek çekdar e, ji dînamîzma ya sosyo-polîtîk û biyografiyek entelektuelî dûr e. 

Zewatên di nav teşkîlatên bi vî rengî de, ji sedema perwerdeya wan, bi kompleks in. Perwerdeya wan înorganîk a ocaxa pençik-yenîçeriyan e. Di aliyê civakî de “zimnî-veşartî“ ye, di aliyê hiquqî de ne meşrû ye. Kesên dewleta Enqereyê ava kirin jî bi kompleks bûn. Ji bo vê jî sed sal in, dewlet ji pirsgirêk û “arizên-zaafî“ rizgar nebûye. Ev zewat, dîroka mirovahiyê, pêşketinên serdeman ji paş ve dixwîne. Ji “paş ve xwendin“ biwêjek kurdî ye, tê wateya “eblehî“, “ehmeqî“ û serûwanên “sergerdeyî“. Kesên wisa dîrokê ji zanistê bêhtir, weke embara bûyeran dibînin; pêşketinên sosyolojîk jî di hêza leşkerî de dibînin. Her çiqasî espriya “hukumranî ya gel e“ bi kar tînîn jî hişmendiya “futuhadîst“ serdest e û ji bo avakirina nasnameyek neteweyî a meşrû tevdigerin. 

Futuhadîst, ji kolonyalîstan cuda ne. Ev cudahî, bi taybetî di aliyê “dîroka cografîk“ de, di “nirxên sosyolojîk“ de ne. Guhertina nirxên sosyolojîk jî, di çarçoveya “bîldung“ de dixin pratîkê. Yanî çand, ziman û toreyên xwe gerdûnî lanse dikin, yên civak û “gelên resen“ jî paşverû bi nav dikin. Ev metod û rêbaza “siyaseta zenaatkarî“ ye û ferzkirina dîroka fermî esas digirin. 

Kolonyalîst jî hegemonîst jî, xwedî hunerê “entrîka“, “dek û dolaban“ in; dîroka civakî dikujin, gelan li derveyî dîrokê dihêlin û bi siyaseta zenaatkarî, gelan jî difetisînin. Bi gotina Fernand Birawdel, “civaka ker û lalan” ava dikin.

Em vê “siyaseta zenaatkarî’’, di pêvajoya ‘’Aştî û Civaka Demokratîk’’ de jî dibînin. Sal û nîv derbas bû, mîratzedeyên Îttîhat û Terakkî, ji berpirsyariya xwe direvin, li gotinên xwe xwedî dernakevin. Bi zihniyeta teşkîlat-kadro û “falanjîstên Îslamî’’ hereket dikin. Ev cîhêkariya dîktatoriya teokratîk e, her roj gotinên nû, pêşniyazên nû diavêjin holê û dixwazin armanca xwe bibin serî. 

Piştî sed salî jî, dewleta Enqereyê, ji krîzên hundir û derve rizgar nebûye. Krîzên hundir siyasî, civakî, hiquqî û aborî ne; krîzên derve jî neo-kolonyalîzm, neo-futuhatîzm e û ji civakên Tirkiyeyê tê veşartin. 

Desthilatdariya AKPê, fikrê “falanjîst”, îdeolojiya “Ixwanî” weke “doktrîna neteweyî” xistiye pratîkê û dixwaze dîroka Împaratoriya Osmanî ji nû ve binivîse. Van kiryarên xwe, li Kurdistanê cuda, li cîhanê cuda dike pratîkê. Li Kurdistanê, bi “siyaseta zenaatkarî” ya futuhatîzmê, li derve jî, bi projeyên “arîkariya însanî”, îdealên hegemonîst û kolonyalîzmê dike pratîkê. Her du babet têkildarî hev inRastiya Osmanî, rastiya Îslamî, rastiya Îttîhat û Terakkî, rastiya dewleta Enqereyê, rastiya Kemalîzmê, rastiya falanjîst ji yek anatomiyê derketiye holê, repertuara tevan ‘’reddiye’’ û radîkalîzm e. 

Pirtûka wan a pîroz jî, Turk-î Îslam û Turk-î Tûran, şîrêz û xerca avaniyê jî, ‘’hegemonya neteweyî’’ “dewlet abad” e. Atmosfera îro, bi taybetî gotinên dawîn yên Dewlet Bahçelî, ‘’Kesên çek dananîne werin berterefkirin û bi şert û mercê dîlgirtina Abdullah Ocalan esas bê girtin û formula statu bê dayîn.“

Ev gotina sed salî ya “siyaseta wesayet” û pratîka “siyaseta zenaatkarî” ye. Di vê siyaetê de rûmet, xweşî, hêvî, xwezî, erênî, xêrdînî, bawerî û mutewazîtî nîne.

Kurdên ku ‘’aştî’’ di çarçoveya ‘’civaka demokratîk’’ de, di ‘’siyaseta demokratîk’’ de qebûl kirine, siyaseta wesayet û zenaatkarî qebûl nakin. Kurd, azadiya Rêber Abdullah Ocalan, mercê nebe nabe dibînin. Gotinên Dewlet Bahçelî, têne wateya qebûlkirina hişmendiya Hakan Fîdan a kolonyalîst, têne wateya qebûlkirina siyaseta futuhadîst-hegemonîst a Musawat Derwîşoglu û Ûmît Ozdag. 

Ev jî vegera karakterê anatomiya dîroka radîkal û vekirine kilîda devê dergehê repertura ”reddiye“ye. Tê wateya sed sal berê û Beyana Amasya û plebîsîta Musul/Kerkûkê û Helebê. Her çiqasî beyana Amasya ji Kurdan veşartî hate amade kirin jî, biratiya Kurdan, dewleta hevpar ya Tirk û Kurdan dianîne ziman. Ev vegotin bi Destura bingehîn ya sala 1921ê jî meşrû kirin.

Dewleta Enqereyê îro, cuda difikirie. Eger em, vê cudahiyê bi mînak bikin: Iraq û başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Suriye weke koloniya xwe dibîne, nîvê Qibrisê weke parçeyek ji welatê xwe dibîne: Somalî û Lîbya weke koloniya xwe dibîne; Derya Spî, weke welatê xwe yê şîn dibîne. Bi qasî Amerîkayê nebe jî, di aliyê ekserî de li Qatarê xwedî gotin e.

Bi rêya alîkariya însanî, dixwaze li Xezayê jî bi cih bibe û koloniyek veşartî ava bike. 

Desthilatdariya AKP, bi fikra ‘’falanjîst’’, îdeolojiya ‘’Ixwanî’’ û ‘’polemîk’’ hereket dike; dixwaze, anatomiya parçekirî, bi dewletên Turk-î re yekpare bike, nîşan bide û ew xwedî ‘’merkantîl sîstem’’ e û ‘’hêza potansiyal’’ a kurewî ye. Lê pirsa, dewleta di nav xwe de bi krîz, pirsgirêkên gelên nav xwe çareser nekiribe, gelo wê çawa dikaribe xwe weke hêzek kurewî nîşan bide? Di şerê Ukrayna û Rûsyayê de, di destnîşankirina xetên ernejiyê de, werîsê dêwla Erdogan qetiya û dêwla wî ketiye binê çalê. Êdî neo-kolonyalîzma li derveyî welat û dagirkeriya hegemonîk a li Kurdistanê bi ser nakeve.

Kurd, bi zanista dîrokî, bi diyalektîka hişmendiya civakî û aqilê selîm hereket dikin. Lewma ne Erodgan û ne Bahçelî nikarin pirsa kurdî minîmalîze bikin û firseta ku Rêber Apo pêşkeşî wan kiriye, bi dek û dolaban, bi siyaseta zenaatkarî parçe û tune bikin.