Hişmendî û stûnên welatparêziyê

Em bi hinceta dijmin rê û derfetan nade me, em dest ji pêkanîna erkên welatparêziyê berdidin û hemû gunehebariyê dikin stûyê dijminên xwe. Ev şaşitiyeke xetere û radestbûna dijmin e.

1 deqe xwendin
Hişmendî û stûnên welatparêziyê

Ji bo netewbûnê hewcedariyên sereke hene. Ger ew hewcedarî nebin an jî ne resen bin, kes nikare li hember yekê din, bi taybetî jî dijminên xwe angaşta netewbûnê pirşterast bike yan jî xwe bi wan dide pejirandin. Pîvanên sereke, çand, ax, dîrok û ziman in. Neteweyên bêerdnigarî, çand, dîrok û ziman li navneteweyî û di zanistê de nayên naskirin. Şerên neteweyên cîhanê li ser van bingehan hatiye û tê kirin. Şerên ji ber azadiya çand, ax û ziman, dirok daye nivîsandin, neteweyan ji ber van stûnên netewbûnê gelek bedelên giranbiha dane. Rûpelên dîrokê jî bi tevkariya pêşketina neteweya xwe re pêşketina cîhanê tê dagirtin ango dîrok bi xwe ji nivîsandina van bedelan pêk tê.

Ji bo tekoşîna ji ber van nirxan hişmendî divê. Ger hişmendî nebe, ax, çand û ziman hebin jî, ji ber bêhişiya welatparêzî ev nirx dikevin ber pêlên xeniqîner û ew jî ji destê neteweyî derdikeve. Mînakên vê tunebûnê di dîrokê de gelek in. Ne tenê bi qirkirinê netewe tune bûne. Gelek netewe ji ber nebûna hişmendiya welatparêzî tune bûne û gelek jî li ber tunebûnê ne. Yek ji neteweyên bi vê rewşê re rû bi rû maye jî neteweya kurd e.

Gelê kurd xwedî ax, dîrok, çand û ziman e. Lê di aliyê hişmendiya welatparêzî de lewaz maye ye. Gelek ji wan bi zimanê neteweya xwe xulam û xadimtiya dijminên xwe dikin. Dijmin ji bo gelê me bixapîne û xwe bi me bide bawerkirin, bi kesên ji neteweya me û bi zimanê me lê bi naverokên ji wan re xizmetê dike, xebatên tunebûna kurdan dide meşandin.  Tişteke balkêş e, gelek kurdên bi zimanê xwe nizanin jî, ji ber xwedîbûna hişmendiyeke welatparêzî ya xurt, dibin cangorî ji bo neteweya xwe. Bi êrişên dijmin ên heralî paradokseke wisa li nav neteweya me derketiye pêş. Li hemberî vê rewşê pirsa, gelo divê welatparêz çawe be? Bi hezaran mînakan aşkere kiriye ku dema hişmendî nebe, stûnên bingehîn ên netewbûnê hebin jî, encam nabe serkeftinê. Bila ev hevoka min şaş neyê fêmkirin! mebesta min ne ew ku ez bêjim bila ziman, çand û dîrok neyê zanîn an jî ji bo welatparêziyê hînbûna wan ne ferz e. Keseke xwedî hîşmendiya welatparêzî, bi xwe, xwe berpisyarê hînbûna van pîvanên bingehîn dibîne û dikeve nava lêgerîna hînbûna wan pîvanên welatparêziyê. Dijberî vê jî keseke der barê van pîvanan de xwedî zanebûn lê hişmendiya welatparêzî/welatperweriyê pê re tune, li zanebûnên cewherî yên welatperweriyê xwedî dernakevin û wan pûç dike. Ya girîng ew e ku bi hişmendiya welatparêzî re hînbûna pîvanên welatparêziyê ye. Helbet bi hînbûnê re jiyankirin û danjiyankirin e. Hişmendiya, ka bila welat azad bibe wê demê ez ê çand û zimanê xwe hîn bibim çiqas şaş be, hişmendiya ji xwe ez dizanim çand û zimanê xwe ev besî min e, jî ewqas şaş e. Bi zanebûnê re kiryar bivênevê ye, an dê serketin ne teqez be.

Dijberên me derfetên jiyaneke azad nadin me û nahêlin em hînî dîrok, çand û zimanê xwe bibin. Herwisa ji bo vê jî hişmendiya welatparêzî qedexe ye. Dizanin dema bi hişmendiya welatparêziyê re şiyariya çand û ziman hebe, dê çanda wan a qelb/sixte li hemberî çand û neteweya rasteqîn û resen cihê xwe negire û ew weke netewe nayên naskirin. Bi zanebûn hebûna xwe li ser tunebûna me ava dikin. Ger em tune nebin, ew nikarin hebin. Lewra bingeheke wan ên dîrokî û xwe dispêre rastiyekê li ser vê axê tune. Ji bo hebûna xwe bidin naskirin û pejirandin, divê em tune bibin.

Gelê kurd xwedî erdnîgarî, çand, ziman û dîrokeke qedîm e. Mixabin ji ber êrişên dijminan û bi vê ve girêdayî hişmendiya netewperweriya têkçûyî îro ketiye ber pêlên tunebûnê. Ji ber dijmin dijminatiya xwe dike û ji bo tunebûna gelê kurd çi pêwîst be dike, mafê me tune em gazinda ji wan bikin. Lê berpirsyariya her kurdekê ye ku ji ber hişmendiya heyî gazind û rexneyan li xwe, xwişk û birayên xwe bike. Beyî ku em êriş û derfetnedayîna dijminan bikin hincet, divê em bêjin para min di vê tunebûnê de çiye? Weke kurdeke welatparêz berpirsyariya min çiye?

Em bi hinceta dijmin rê û derfetan nade me, em dest ji pêkanîna erkên welatparêziyê berdidin û hemû gunehebariyê dikin stûyê dijminên xwe. Ev şaşitiyeke xetere û radestbûna dijmin e. Nivşê dapîr û bapirên me tirkî, erebî û farisî nedizanîn. Nivşên da û babên me ji kêm dizanîn. Îro di rewşa heyî de nivşa me dibêje ev kurdi baş fêm nakim an jî nizanim. Hersê nivş jî, ji serkeftin û encamgirtina armancên dijminan re bûne amûr. Dijmin bi pêşdibistan, dibistan, karîgeriya fermî, medya û her awayî, karê tunebûna me bi awayeke xurt û rêk û pêk dimeşîne. Roja îro di asteke pêş de gihaye vê armanca xwe jî. Ji ber em ne xwedî hişmendî û jiyaneke welatparêz in, em li hemberî van kiryaran bêdeng û bêhelwest in.

Jiyan bêrawestin diherike, hêza me têre sekinandina wê nake. Tenê em dikarin di herikîna jiyanê de her kêliyê bixin xizmeta xwe û neteweya xwe de. Taybetî derfetên serdema teknolojiyê de li şûna em demên xwe bi tiştên pûç û vala bikujin, divê em her kêliyê ji bo hînbûna dîrok, çand û zimanê xwe bihonin. Em bi ruheke welatparêzî dest bi xwe û derdora xwe perwerdekirinê bikin. Ger ne wisa be ya di destê me de jî dê ji destê me derkeve.