HRANA: Di êrişên Îsraîl-DYAyê de 1.330 welatiyên sivîl hatin kuştin

HRANAyê ragihand ku di êrişên 24 saetên dawî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYA) û Îsraîlê de li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 11 kes hatin kuştin, 22 jî birîndar bûn.

1 deqe xwendin
HRANA: Di êrişên Îsraîl-DYAyê de 1.330 welatiyên sivîl hatin kuştin

Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) bîlançoya êrişên 24 saetên dawî yên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê û Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.

HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de Îsraîl û Amerîkayê li ser 16 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê 454 êriş pêkaniye ku 28 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên neftê û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûn.

Li gorî rapora HRANA di encama êrişên 24 saetên borî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 11 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 22 welatî jî birîndar bûne. HRANA ragihand ku piraniya êrişan li ser bajarên Tehran, Sine, Îsfehan, Fars, Bendel Eba, Erak, Hemedan, Tewrêz û Ehwaz hatine pêkanîn.

HRANAyê ragihand ku ji destpêka êrişên Îsraîl û DYAyê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve hezar û 330 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku ji vane 206 zarok bûn.