HSD: Çeteyên Şamê bi topan girtîgeha Eqtan topbaran dikin

Navenda Ragihandinê ya HSDê destnîşan kir ku cara sêyemîne ku çeteyên girêdayî Şamê hewl didin bikevin girtîgeha Eqtan a ku girtiyên DAIŞî têde ne. Lê hêzên HSDê bersivên tund didin.

1 deqe xwendin
HSD: Çeteyên Şamê bi topan girtîgeha Eqtan topbaran dikin

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku “Komên Şamê bi tank û topan êrişî girtîgeha Eqtan a girtiyên DAIŞê ya bajarê Reqayê dikin. Îro, ev cara sêyemîne ku komên Şamê hewl didin bikevin girtîgehê, da ku girtiyan berdin. Lê hêzên me berxwedaneke mezin li dijî van êrişan raber dikin.”