HSD: HTŞ ji bo şerê li dijî Kobanê û Cizîrê xwe amade dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir ku tevî agirbesta di navbera wê û hikumeta Şamê de jî, HTŞ bi awayekî sîstematîk amadekariyên xwe yên leşkerî li herêmên Cizîrê û Kobanê zêde dike.

1 deqe xwendin
HSD: HTŞ ji bo şerê li dijî Kobanê û Cizîrê xwe amade dike

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyand ku li ruxmê agirbesta hikûmeta Şamê jî HTŞ li dijî herêma Cizîrê û Kobanê amadekariya şer dike. 

HSDê di daxuyaniya xwe de wiha got: “"Tevî agirbestê di navbera me û hikumeta Şamê de, lê hikumeta bi awayekî sîstematîk amadekariyên xwe yên leşkerî û rageşiya meydanî li herêmên Cizîrê û Kobanê dewam dike. Sewqiyetên leşkerî û tevgerên lojîstî li wan herêman hatin şopandin. Ev niyeta wan a zelal a rageşiyê û kişandina herêmê li nava aloziyê nîşan dide. Îro li dijî hêzên me li herêma Cizîrê du êriş pêk hatin. Ev binpêkirina zelal a agirbestê ye. Her çiqasî hêzên me pabendî bendên agirbestê bûne, em diyar dikin ku amadekariyên leşkerî yên ji hêla hikumeta Şamê ve hatine kirin bi tevahî li dijî pabendbûnên wê ne. Ev yek hewldanên bimebest ên têkbirina agirbestê û dehfdana herêmê ber bi şerekî ve li şûna çareseriyên siyasî ye. Em bang li civata navneteweyî û aliyên eleqedar dikin ku bi lezgînî hewldanên xwe bikin da ku Şam pabendî agirbestê be û ji bo pêşîgirtina li van gavên rageşiyê bixebitin. Ji ber ku gefan li ewlehî û aramiya herêmê dixwin."