HSD ji kampa Holê vekişiya

HSDê ragihand ku ji ber helwesta bêperpirsyar a navneteweyî ya li hemberî dosyaya çeteyên DAIŞê, ew neçar in hêzên xwe ji kampê vekişînin.

1 deqe xwendin
HSD ji kampa Holê vekişiya

Navenda Ragihandinê ya HSDê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Ji ber helwesta bêperpirsyar a navneteweyî ya li hemberî dosyaya çeteyên DAIŞê û ji ber ku  civaka navneteweyî berpirsyariya xwe li hemberî çareserkirina vê dosyaya xeternak pêk nayîne, hêzên me neçar in ji kampê vekişin û li derdora bajarên bakurê Sûriyeyê bibin ku bi xetere û gefên zêde rû bi rû ye.”