HSD: Şamê li Cizîr û Kobanê 6 caran agirbest îhlal kir

HSDê daxuyanî da û destnîşan kir ku ji ketina peymanê ya pratîkê û heta niha 6 caran peyman hatiye binpêkirin.

1 deqe xwendin
HSD: Şamê li Cizîr û Kobanê 6 caran agirbest îhlal kir

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku çeteyên Şamê ji duh ve gelek caran peymana agirbestê bin pê kiriye.

Di daxuyaniya HSDê de hate gotin ku “Li gel peymana agirbestê ketiye miryetê, lê komên Şamê êrişên xwe li dijî herêmên Cizîrê û Kobanê didomînin. Ev yek binpêkirina zelal a bendên peymanê ye.

Agirbest, duhî, saet 20.00an kete pratîkê, lê van koman piştî wê saetê rêzeêriş pêkanîn.

Êrişên piştî ketina peymanê ya pratîkê li van deveran hatin kirin:

Duh êvarê, 20.10an:

Komên Şamê bi çekên giran zêdetirî saetekê bajarokê Zirganê yê bakurê Hesekê topbaran kir.

Duh êvarê, 20.20an:

Komên Şamê bi çekên giran êrişî gundê Til Barod a li ser rêya Spî-spî ya başûrê Hesekê kir.

Vê sibehê 11.30an:

Komên Şamê li derdora bajarê Sirînê êrişên hêzên me kirin, hêzên me bersiv da êrişê û têk bir.

Vê sibehê, 11.45an:

Karwanek komên Şamê li ser rêya Basil a li ser rêya Spî-Spî ya başûrê Hesekê êrişî hêzên me kir.

Piştî danê nîvro, 14.10an:

Komên Şamê careke din li derdora bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê êrişî hêzên me kir, hêzên me bersiv da êrişan.

Piştî danê nîvro, 14.45an:

Komên Şamê bi çekên giran gundê Hemdon ê başûrê Kobanê topbaran kir, jinek şehîd bû.

Em diyar dikin ku li gorî peymana agirbestê tev digerin, em bang li aliyên garantor û civata navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe rakin û van binpêkirinan bişopînin, da ku parastina welatiyan û aramiya herêmê were misogerkirin.”