HSD: Sîpan Hemo bi fermî bû Cîgirê Wezîrê Parastinê

Navenda Ragihandina HSDê diyar kir ku Endamê Fermandariya Giştî ya HSDê Fermandar Sîpan Hemo bi fermî erka Cîgirê Wezîrê Parastinê ya Sûriyeyê wergirt.

1 deqe xwendin
HSD: Sîpan Hemo bi fermî bû Cîgirê Wezîrê Parastinê

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê anî ziman ku Endamê Fermandariya Giştî ya HSDê Sîpan Hemo bi fermî erkên xwe wek Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê li herêma Şerqiye wergirtin û wiha got: “Ev gav pabendbûna hemû aliyên Sûriyeyê ji bo piştevaniya ewlehî û aramiya herêmê nîşan dide.” 

Navenda diyar kir ku ev tayînkirin di çarçoveya bicîhanîna bendên peymana 29ê Çileyê de pêk hatiye û got: “Hewldanên hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê, şerê li dijî terorê û hêsankirina jinûve avakirin û pêşkeftina domdar nîşan dide. Di heman demê de parastina berjewendiyên hemû Sûriyeyiyan û xurtkirina hevkariya neteweyî di asta serokatiya leşkerî ya bilind de ye.”