HSDê bang li ciwanên Kurdistanê ku tevlî berxwedana rûmetê bibin
QSDê bang li ciwanên çar aliyên Kurdistanê û Kurdistaniyên Avrupayê kir ku tevlî berxwedana rûmetê bibin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê bang li ciwanên tevahî parçeyên Kurdistanê û Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku sînoran rakin tev li berxwedanê bibin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ji 6ê çileyê ve, herêmên me û gelê me rasterast rastî êrişên hov û barbaran tê. Li hember van êrişan, şervanên me bi cesaret û fedakariyeke mezin şer dikin û bi awayekî birûmet şerê xwe dewam dikin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi zihniyeta DAIŞê, êrişên xwe li ser gelê me zêde dikin, bi xeyala ku dikarin îradeya me bişikînin û berxwedana me têk bibin.
Em bi biryar û îradeyeke mezin dibêjin ku çawa hevalên me di sala 2014an de li Kobanê berxwedana dîrokî kirin û Kobanê kirin goristan ji DAIŞˊê ya ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hate piştgirîkirin re, îro jî bi heman îradeyê diyar dikin ku em ê bajarên xwe ji Dêrikê heta Hesekê û Kobanê biguherînin goristanek ji bo xwediyên zihniyeta DAIŞê yên nû, yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên birêvebirin.
Li ser vî esasî, em bang li hemû ciwanên me, keç û xortên me ên Rojava, bakur, başur û Rojhilatê Kurdistanê, û her wiha li Ewropayê dikin, ku bi hev re bibin yek û sînorên dagirkeran rakin û werin tev li berxwedanê bibin.
Îro roja rûmetê ye
Îro roja berpirsyariya dîrokî ye
Û îro em careke din nîşan didin ku îradeya gelan ji her cure êrîş û dagirkeriyê bihêztir e."

