HSDê bi daxuyaniyeke bersiv da HTŞê

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan wê girêdayî peymana agirbestê ya hikûmeta Şamê bibin û hat gotin: “Heta ku êrîşî hêzên me neyê kirin, em ê tu operasyonên leşkerî dest pê nekin.”

1 deqe xwendin
HSDê bi daxuyaniyeke bersiv da HTŞê

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê nivîskî agirbest ragihand.

Daxuyanî wiha ye: “Em pabendbûna tevahî ya hêzên xwe bi peymana agirbestê ya ku bi hikûmeta Şamê re hatiye kirin radigihînin û piştrast dikin ku heta ku di pêşerojê de êrîşî hêzên me neyê kirin, em ê tu operasyonên leşkerî dest pê nekin.

Em herwiha vekirîbûna xwe ji bo rêbazên siyasî, çareseriyên danûstandinkirî û diyalogê, û amadebûna xwe ji bo pêkanîna peymana 18ê çileyê bi awayekî ku dê ji bo kêmkirina rageşiyê û pêşvebirina aramiyê xizmet bike, piştrast dikin.”