HSDê dîmenên dema DAIŞî ji girtîgeha Şedadê derketin parve kir

Navenda Ragihandina HSDê dîmenên dema ku çeteyên girêdayî HTŞê dikevin girtîgeha Şedadê ya li başûrê Hesekê û çeteyên DAIŞê derdixin, parve kir.

1 deqe xwendin
HSDê dîmenên dema DAIŞî ji girtîgeha Şedadê derketin parve kir

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe dîmenên ku çeteyên girêdayî HTŞê dikevin girtîgeha Şedadê ya başûrê Hesekê ku tê de bi hezaran çeteyên DAIŞê hene û wan çeteyan derdixin parve kirin. Beriya demekê HSDˊê ragihandibû ku girtîgeha Şedadê ya çeteyên DAIŞˊê ji bin kontrolê derketiye.