HTŞ û DAIŞ destkeftiyên jinan hedef digirin

Li gorî rapora Rojava ya Akademiya Jîneolojiyê, HTŞ, DAIŞ û hêzên bi piştgiriya Tirkiyeyê, li Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê destkeftiyên jinan hedef girtine; li hember jinên YPJî îşkence, înfaz û li hember saziyên jinan sûcên şer hatine kirin.

1 deqe xwendin
HTŞ û DAIŞ destkeftiyên jinan hedef digirin

Di rapora Rojava ya Akademiya Jineolojiyê de, hat diyarkirin ku  di navenda êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye meşandin de destkeftiyên jinan hene. Li gorî raporê HTŞ, DAIŞ û çeteyên bi piştgiriya Tirkiyeyê, hedefa wan ne tenê leşkerî ye, şoreşa bi pêşengiya jinan hedef hatiye girtin.

Li gorî raporê bi taybet jinên YPJî hedef hatine girtin û wiha hat gotin: “Şervanên jin ên hatine girtin îşkece li wan hatiye kirin, porê wan hatiye birîn, bedena wan hatiye teşhîrkirin û hatine înfazkirin.  Ev pêkanîn rêbazeke şer a sîstematîk a ku berxwedan û nasnameya jinan hedef digire ye.”

Êrişên îdeolojîk yên li dijî bedena jinan

Akademiya Jineolojiyê, destnîşan kir ku ev êrîşên li dijî jinên ne bûyerên munferîtin wiha hate gotin: “Şervanên YPJê yên piştî hatin înfazkirin bedena wan hatiye teşhîrkirin. Ev hem sûcê şer e hem jî sûcê mirovahiyê ye. Divê ev di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Êrişên li dijî jinan nasnameya civakî û neteweyî a jinên kurd hedef digire. Di heman demê de jinên ereb yên herêmê jî hedef hatine girtin.”

Saziyên jinan hatin talankirin, hilweşandin

Di raporê de hat destnîşankirin ku saziyên jinan yên Tebqa û Reqayê hedef hatine girtin û avahiya Meclîsa Jinan a Zenobiya hatiye hilweşandin, talankirin, belge û mohrên aydê rêxistinên jinan hatine talankirin, Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê hatiye talankirin, peyker sembolên berxwedana jinan hatine şikestin.

Akademiyê diyar kir ku armanca van êrişan paqijkirina bîra têkoşîna jinan, ji qadên cemawerî durxistina jinane û veguhertina civakê ye.

‘Ev êrîş ne tenê li dijî jinan li hember civakê ye’

Di berdewamiya raporê de hat diyarkirin ku modela jiyana azadixwaz a jinan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, pergala serdest ya mêr û mîlîtarîst ditirsîne û ji ber vê jî êrişên li hember jinan ne tenê li hember jinan e li hember civakê ye û parçeyeke şerê îdeolojîk yê ku jiyana hevpar a gelan hedef digire ye.

Herwiha bang hat kirin ku divê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de ev êriş bên lêpirsînkirin û hişyariya bêdengiya li dijî sûcan, zemîna berdewamkirina van sûcan ava dike, kir.