Huner û berxwedan
Têkoşîna azadiyê gelek nirx û mîrateyên mayinde afirandine. Ji her tiştî bêhtir felsefeya 'Berxwedan jiyan e' di ramana kesayeta kurdan de ava kir. Huner û hunermendên gel afirandin bi hiş û ramana ‘li ber xwe bide, bi berxwedanê ava bike.’ Bila vê carê ev mijar evqas be, heya gotarek din.

Di hunerê de rola berxwedanê, an di berxwedanê de rola hunerê? Pirsek wisa hêja ye ku mirov binirxîne. Di rastiyê de herdu têgih hevdu temam dikin, ji hevdu giyanê diafirînin. Ger em bi zimanê gel danasîna vê pirsê şîrove bikin, em dizanin ku girîng e huner civakê bişopîne. Civak jî bi dengvedana hunerê kêfxweş e! Mijara rola hunerê û bandora berxwedanê, bêguman mijarek zanyarî ye. Ango, têgiha ‘berxwedan jiyan e’ heger îro em bi wateya siyasî ramanî têdigihîjin, lê belê di zanistê de çap û berê têgihîştina “berxwedan”ê hêj berfirehtir e. Şîrovekirina vê mijarê bi dirûşm û şêwaza ajîtasyonê wê gelekî kêm bimîne. Bê zanist mirov nikare bersiva rast bibîne!
Akademîsyenê kurd ê gewre Prof. Dr. Abdulillah Polat, di semînereke bo Koma Berxwedan de, li ser mijara “bandora hunerê û terapiya civakî” ji me re pêşkêş kir. Bijîşk Polat ewqas lêkolîn û lêgerîn li ser mijarên civakî pêk anîne ku mirov matmayî dimîne. Bi qasî du saetên semînera mamoste, ger naverokê bi kurtî li vir binivîsim wê bersiva pirsa li jorê bi hêsanî zelal bibe.
Abdulillah Polat got; ‘’Trawma mîna nexweşiyek civakî bêhempa ye, ji nifşan derbasî nifşan dibe. Cur bi cur nexweşiyên trawmayê hene. Sedemên trawmaya gelê kurd bi vê nexweşiya kambax ji holê ranebûne! Helbet dermanê trawmayan heye, lê ji dermankirinê re, derfet û têgihîştin pêwîst e! Em bi rêxistina bijîşkên cîhanî re, li ser mijara (trawmaya civakî) gelekî kar û xebatê dimeşînin. Li gorî ku bi salan min li ser vê mijarê lêkolîn kir, ez gihîştim encameke wisa: hunera Koma Berxwedan ji bo civakê afirandî, dermankirina giyanê trawmatîk ku wan berheman kirî, me terapîst û dixtoran, bi qasî we nikarî derman peyda bikin.
Dr. Polat gelek caran hevoka 'bandora stranên we li giyanê mirovan kirî, ji ya pisporên pisîkolojî, antropoloji/sosyolojiyê zêdetir e. Dubare kir...
Di rewşa îro de, asta huner û hunermendan pêwîst e bê nirxandin. Di pêngavên berxwedana civakî de, huner- hunermend li ku derê rawestine? Helwest û beşdariya huner û hunermendan di kîjan astê de ye? Bawer im civakê huner û hunermendên xwe bixwe afirandine. Lê belê, bi mixabinî dikarim bibêjim, huner û hunermendên li ser civakê hatine ferzkirin jî hene û hêjmara wan deh qatan ji yên civakê zêdetir in!
Ji hejmaran bêhtir êdî ew “derdor in” pêl in û xêz in. Ew ne li nav gel in, ew li jorê di ser gel re ne! Balkêş e ku ew in yên herî zêde qezencê ji atmosfera heyî dibînin. Helbet ev sosretî ye, lê di serdema çanda postmodern de, populîzma lerzane bandora xwe li her aliyê jiyana civakê kiriye.
Rastî ew e ku serdema pêşketina çanda populîst yekane berpirsyariya hêza pêşeng a civakê ye. Baş dizanim, siyaset vê rexneya hanê ti carê napejirîne, ji ber ku siyaseta kurdan, polîtîkaya çandî gelek pasîf an jî tune ye.
Vê yekê jî bibêjim ku ewqas jî bê hêvî nîn im, têkoşîna azadiyê gelek nirx û mîrateyên mayinde afirandine. Ji her tiştî bêhtir felsefeya 'Berxwedan jiyan e' di ramana kesayeta kurdan de ava kir. Huner û hunermendên gel afirandin bi hiş û ramana ‘li ber xwe bide, bi berxwedanê ava bike.’ Bila vê carê ev mijar evqas be, heya gotarek din.


