Hunera civaka hiyerarşîk û wek antîtez hunera civaka demokratîk 2
Li gor bindestan, yên ku keda wan tê xwarin, yên ku tên birêvebirin, yên ku dixwazin cîhaneke heqane, wekhev, bêçîn, bêkedxwarî û adil ava bikin.

Li gor bindestan, yên ku keda wan tê xwarin, yên ku tên birêvebirin, yên ku dixwazin cîhaneke heqane, wekhev, bêçîn, bêkedxwarî û adil ava bikin. Divê huner wek du beşan hunera civakbûnê û hunera bûrjûwaziyê bê şîrovekirin; berhemên ku tên afirandin vegotina hunerî ya ku hatiye pêkanîn, ka yên pergala bûrjûwaziyê ne yan jî xizmeta gel dikin divê li gor pîvanekê bên destnîşankirin û li gor alîgirbûnê mijar bên nirxandin. Ev ne helwesteke talî ya ku li gor ekoleke hunerî yan jî têgihîştineke hunerî bê diyarkirin e. Ev rewşeke bingehîn a li gor ka kîjan xeta şaristaniyê tê tercîhkirin e. Hilberîna hunerî yan dê ji xeta şaristaniya demokratîk re xizmetê bike, yan jî dê bibe payandeyeke şaristaniya bûrjûwaziyê. Ango gava ku hunermend ji destpêka hilberîna xwe ya hunerî ve li hilberîna xwe ya hunerî difikire, ji bo hilberînê daneheva pêwist pêk bîne, çavkaniyên xwe diyar bike, alav û amûrên ku dê bi kar bîne, cihê hilberînê, qada parvekirina hilberînê, cih û rêbazên parvekirinê diyar dike, vana hemûyan li gor xeteke tercîhan pêk tîne. Tu asteke hilberîn û parvekirinê ji vê xeta tercîhan serbixwe bi pêş nakeve, nikare bi pêş bikeve. Divê di çarçoveyeke çînî û birdozî de huner bê nirxandin. Nêrîna ku dibêje huner di ser birdozî û çînan re ye û divê di ser wan re be, hunera ku birdozî pê digere vediguhere navgîneke propagandayê ya req a bêgiyan, divê hunermend serbixwe be û xwe bi tu birdoziyê ve girênede. Argûmanên ku îro herî zêde li derdorên hunerî tên bilêvkirin û yek ji rêyên têgihîştina hunerê ne. Bêguman ên ku herî zêde van gotinan dikin, derdorên hunerê yên bûrjûwayê, hunermendên bûrjûwayî û rexnegirên hunerê yên bûrjûwayî ne. Gava ku vê yekê dikin, hunermendên şoreşger ên ku ji aliyekî ve di şert û mercên pir giran de hewl didin ku pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin. Dema xwe ya ji derveyî vê hewldanê li gor rastiya hêzên civakî û gel ji bo hilberandina hunerî bi kar bînin, derdixin derveyî vê qada hilberînê ya li dijî pergala kapîtalîst. Naveroka birdoziya hunera wî/ê vala dikin, wî/ê dikin parçeyek ji koma hunermendên bûrjûwayî. Ji aliyê din ve jî hewl didin ku tevahiya derfetên madî û manewî yên hilberîna hunerî ya çînên jêrîn ji holê rakin.
Gava ku mirov ji vî aliyê ve lê dinêre, ligel ku hunermendê/a şoreşger ne xwediyê derfet û mercên hilberînê yên hunermendên bûrjûwayê ye jî ya rast gava ku hunermendê/a şoreşger ji nebûna derfetên hilberînê gazinan dike, ya rast dibêje şert û mercên wî/ê yên hilberînê tune ne. Ew dixwaze li gor pîvan, rêbaz û şert û mercên hilberînê yên hunera bûrjûwayê tevbigere. Ango ligel ku lingên wî di nav rastiya wî/ê ya civakî de ne jî, laş û seriyê wî/ê di nav qada hunerê ya bûrjûwaziyê de digere. Ku rewş ev be, bûrjûwazî yan bi pêkutiyan dike ku ew dev ji hilberînê berde, yan jî dike ku ew ji rastiya xwe ya civakî qut bibe û wî/ê tev li qada xwe ya hunerî bike.
Bûrjûwazî hunerê li gor çawaniya wê li hinek ast û kategoriyan dabeş dike. Ji bo ku ji wan kategorî û astan derbas bibin, divê dev ji bîrdoziya xwe ya çînî û awayê jiyana xwe ya çînî berdin. Hunera herî baş, rastîn û cewherî hunera ku ji aliyê çîneke perwerdehiyeke baş wergirtiye û bûye xwediyê jiyaneke astbilind ve hatiye afirandin e. Hunermendên muxalîfên pergala bûrjûwaziyê ji bo ku bikaribin li qadên ku bûrjûvazî pîvanan diyar dike hilberîna xwe ya hunerî pêk bînin divê pîvanên têgihîştina hunera bûrjûwaziyê esas bigirin, li gor vê estetîkê tevbigerin, li qad û cihên diyarkirî hilberîna xwe pêk bînin û li qadên ku bûrjûwazî hêja dibîne berhemên xwe yên hunerî pêşkêş bikin. Bi vî awayî dikarin bibin dûvikê hunera pergala bûrjûwaziyê. Hunermendek bi rastî jî bêyî ku van sînorên elît ên ku ji bo hunerê hatine danîn parçe bike, heta ku çîna navîn a ku dûvika qada civakî ya bûrjûwaziyê ye terk neke, qadên xwe yên hilberîn û parvekirinê, çavkaniyên xwe yên xwedîbûnê li gor rastiya gelê xwe diyar neke, nikare hilberîneke dijber pêk bîne.
Yên ku xwe wek hunermendên şoreşger û muxalîf bi nav dikin, li qadên ku ji aliyê desthilatdariyê ve tên destnîşankirin û sînorên wan tên diyarkirin, li gor pîvanên ku wan diyar kiriye hilberîna xwe ya hunerî pêk tînin. Ev jî qeyrana herî bingehîn a vê qadê ye. Ev yek dike ku di navbera armanc, rêbaz û encamê de nelihevkirineke bingehîn derkeve holê û bi vî awayî hunermend bikeve nav qeyranê. Desthilatdarî gava ku di motîvasyon û mercên hilberîna hunerî ya bindestan de qeyraneke bi vî awayî pêk tînin, xeta di navbera hunera civakî û hunera bûrjûwayê de jî nediyar dikin û dikin ku yên ku li ser navê hunera şoreşger hilberînê pêk tînin fam nekin ku çawa ji bûrjûwaziyê re xizmetê dikin. Hunermendên muxalîf ên ku bikevin nav tora têkiliyên hilberîn û bazarkirinê yên ku pergala bûrjûwaziyê bi awayekî hiyerarşîk ava kiriye, ne pêkan e ku careke din îflah bibe. Tişta herî trajîk jî ew e ku ligel heta kûrahiya dil û mêjiyê xwe taybetiyên hunera bûrjûwaziyê dijîn jî hîna jî xwe wek hunermendekî/e muxalîf û şoreşger dibînin. Îro di nav derdorên muxalîfên pergalê de tişta ku herî zêde û


