Îbrahîm Halîl Dîcle li Swîsreyê jiyana xwe ji dest da

Birayê siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle, Îbrahîm Halîl Dîcle li Swîsreyê di 61 saliyê de jiyana xwe ji dest da

1 deqe xwendin
 Îbrahîm Halîl Dîcle li Swîsreyê jiyana xwe ji dest da

Birayê siyasetmedar Hatîp Dîcle, Îbrahîm Halîl Dîcle ku salên dirêj li Amedê di xebatên çand-hunerê de cih girt, li Tirkiyeyê ji ber zextên siyasî sala 2023an neçar ma koçî Swîsreyê bike.

Dîcle ku li Swîsreyê hîn jî tevlî xebatên civakî dibû, sihara 6ê sibatê li nexweşxaneya ku tedawî lê didît jiyana xwe ji dest da.