ÎHD û xizmên windayan xwestin kiryan bên darizanin
Çalakiyên ku ji aliyê şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed û Êlihê û Nûnertiya Geverê û xizmên windayan ve ên bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" tên lidarxistin, vê...

Çalakiyên ku ji aliyê şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed û Êlihê û Nûnertiya Geverê û xizmên windayan ve ên bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" tên lidarxistin, vê hefteyeê jî berdewam kirin. Xizmên windayan, bi wêneyên xizmên xwe yên winda û pankarta bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" kom bûn û li aqûbeta xizmên xwe yên winda û yên ku hatine qetilkirin pirsin û xwestin ku kiryar bên cezakirin.
Çalakiya 869emîn ku li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amed hat lidarxistin, çîroka Vahit Narîn ê ku di 3yê Cotmeha 1992yan de li navçeya Pasûr a Amed ji aliyê leşkeran ve li otêla xwe hat înfazkirin û ligel cenazeyê wî otêla wî hat şewitandin, hat vegotin. Rêvebera Şaxa ÎHD a Amed Eylem Kayayê çîroka Narîn vegot. Eylem Narînê diyar kir ku piştî pevçûneke li navçeyê di 2yê Cotmeha 1992yan de, qedexeya derketina derve ya çar rojan hat ragihandin û got ku piştî qedexeya derketina derve, leşkeran êrişî navçeyê kirin, kargeh hatin şewitandin û kes hatin binçavkirin. Eylem Kayayê diyar kir ku Otêla Narîn, yekane otêla navçeyê, di bûyerê de hat şewitandin û got: "Wê rojê, dema ku gule li pencereyan ketin, her kesê di otêlê de xwe li jêrzemînê girt. Roja pevçûnê, dora saet 2.00yê piştî nîvro, sê çawişên pispor bi lêdana derî ketin jêrzemîna Otêla Narînê. Leşkeran mêvanên otêlê yên di jêrzemînê de birin lobiyê û dûv re bi qûndexên tifingan li pişta wan dan, her kes neçar kirin ku xwe deverû li erdê dirêj bikin. Du çawişên pispor Vahît Narîn birin pişt lobiyê. Di wê gavê de, du caran dengê çekê hat bihîstin. Vahit Narin ji aliyê du çawişên pispor ve tê kuştin. Rûniştvanên otêlê dibin qereqola polîsan. Kurkên kurmê hevrîşimê yên di depoya otêlê de ji aliyê leşkeran ve li hemû odeyan tên belavkirin û kurk tên şewitandin. Otêla ku cenazeyê Vahit Narin lê hat dîtin tê şewitandin. Dû re dozgerî ji bo otopsiyê gazî malbatê dike. Kurê Vahit Narin ku beşdarî otopsiyê bû, gilî dike. Ev pêvajoya ku bi salan

