Tûgça Tatarî: Divê em em aliyan bigînin hev
Di çarçoveya “Forûma Aştî û Azadiya Civakî” ya li Amedê didome de, atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê” hate lidarxistin. Rojnameger Tûgça Tatarî xwest rojnameger bêalî tev bigerin û di navbera aliyan de empatiyê ava bikin û aliyan bigînin hev.”

Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, di roja sêyemîn de didome. Îro ji gelek çalakiyên cûr bi cûr hatin lidarxistin. Yek ji van çalakiyan atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê” bû. Rojnameger Tûgçe Tatarî û Hevserokê TGSê yê Giştî yê Berê û siyasetmedar Ercan Îpekçî bûn axiverên panelê. Di atolyeya ku li Navenda Çand û Hunerê ya Amargiyê hate li darxistin de gelek rojnameger amade bûn.
‘Nêzîkatiya min a Pirsgirêka Kurd bi perspektîfê guherî’
Tugçe Tatarî diyar kir ku di paşerojê de nêzîkatiya wê ya li hemberî pirsgirêka Kurd cuda bûye lê lêpirsînên wê yên hundirîn, çîrokên ku pê re rûbirû maye, perspektîfa wê guherandiye û wiha axivî: “Têkiliya ku min bi pirsa Kurd re danî, bi xaleke diyarkirî ya werçerxaneyê dest pê kir. Nêzîkatiya min a berê ya li hemberî vê meseleyê, di nava demê de guherî û ev yek bi pêvajoyeke lêpirsîna kesane teşe girt. Ev veguherîna ku pêk hat ne ji nişka ve, lê bi rêya hevrûbûnên min ên hundirîn û çîrokên ku ez rastî wan hatim, geş bû. Di paşerojê de bûyera hevdîtin û hembêzkirina komek gerîla û wekîlan pêk hatibû. Wê demê min der barê vê mijarê de gotarek nivîsandibû û min gotibû, ‘Heke parlamenter bixwaze gerîla hembêz bike, divê biçe çiyê, cihê wî li Meclîsê nîne.’ Wê nivîsê baleke mezin kişand û gelek hate ecibandin. Jixwe saziya ku min lê dinivîsand, xwedî derdoreke wiha bû ku wê ramanê xwedî dikir û diparast. Girseya xwîneran jî bi piranî di heman hizrê de bûn. Min wê demê ji derdora xwe bertekên erênî wergirtin. Lê belê, di nava demê de vê rewşê di hişê min de pirsên nû afirandin. Her wiha, dengê min ê hundirîn jî di hemû geşedanan de bandorker bû.”
Temasa mirovan girîng e
Tûgçe Tatarî bal kişand ser girîngî û pêwîstiya rojnamegeriya aştiyê û destnîşan kir ku rojnamegeriya aştiyê ne bi alîgirtinê re bi dîtbarîkirina çîrokên veşartî re têkildar e. Tûgçe Tatarî destnîşan kir ku di navenda karê wê yê îro de pêkanîna temasa di navbera mirovan de heye û got: “Niha ez hewl didim çîrokan bigihînim mirovên ku min dixwînin. Ez dixwazim wan yekser bi wan meseleyan re rû bi rû bihêlim ku ew nikarin derbas bikin, nikarin jê derkevin û pê re rûbirû nebûne. Gotarên min jî hinekî li ser vê bingehê teşe digirin. Bi vîna xwe ya azad, min giranî da ser vegotina serpêhatiyên Kurdan. Ev yek dikare ji aliyê Tirkan ve jî bê kirin. Dibe ku ji bo hînbûna hizrên hev û din û naskirina hev, ev yek pir girîng be. Xwezî gelek kesên din jî ev yek bikira. Ji ber ku gelek caran mirov ne hev û din, lê hizrên der barê hev de dizanin. Pêwîst nake ku ev yek teqez bi xwedîderketineke pir xurt bê kirin. Bi bikaranîna zimanekî bêalî jî mirov dikare xizmeta aştiyê bike. Ya girîng ew e ku mirov dengê hev bibihîzin û bi serpêhatiyên hev bihesin. Wek mînak, divê çîroka dayika leşkerekî û çîroka dayika gerîlayekî bi hev re bikevin têkiliyê. Ji ber ku mirov gelek caran tenê bi êşên xwe dizanin, lê tiştên ku aliyê din jiyane qet nabihîzin. Lê belê, bihîstina çîroka hev, empatiyê pêkan dike. Di rastiyê de, li vir erkên mezin dikevin ser milê me hemûyan. Divê bi rengekî mirov aliyan bi hev bide naskirin. Pêwîst e em piştrast bikin ku mirov ji hev agahdar in, hev fêm dikin û empatiyê ava dikin. Ez jî niha bi derfetên di destê xwe de û bi amûrên ku ez xwediyê wan im, hewl didim vê yekê pêk bînim.”
‘Divê em heqîqetê esas bigirin’
Ercan Îpekçî jî biryarên Dadgeha Bilind ên derbarê xebatên çapemeniyê de bi bîr xistin û wiha axivî: “Tiştê ku ji bo me diyarker û girêder e, pîvanên pîşeyî ne. Heke em xwe bi qanûn û pîvanên ku Dadgeha Bilind destnîşan kirine ve girêdayî bibînin, em nikarin rojnamegeriya aştiyê bikin. Em rêzê li qanûn û biryarên darazê digirin lê belê tiştê ku me girêdide pîvanên pîşeyî ne. Ji ber vê yekê em ê bi vî rengî berdewam bikin. Rojnamegeriya aştiyê mijareke taybet e û hûrbîniyê dixwaze. Di demekê de ku li serê pîvanên me yên pîşeyî rêzgirtina ji heqîqetê re heye, ji bo rojnamegeriya aştiyê hewldana derxistina holê ya tiştên nedîtbar, yek ji pêdiviyên rojnamegeriya aştiyê ye. Pîvanên me yên pîşeyî dibêjin rêzê li heqîqetê bigire, Dadgeha Bilind jî dibêje bi heqîqeta dîtbar sînordar bimîne bes e. Lê belê tu heqîqetê nîşan nadî, tu vedişêrî. Ev yek ne tenê meseleya heqîqeta dîtbar e, di heman demê de pêwîst e tu heqîqetê bi xwe jî nîşan bidî.”
Rojnamegeriya aştiyê pîvan e
Ercan Îpekçî di berdewamiya axaftina xwe de, pênaseyên gelek rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê yên li ser rojnamegeriya aştiyê, kîjan têgeh divê bên bikaranîn û ew têgeh çawa divê bên bikaranîn xwend û got: “Hem rêxistinên pîşeyî yên neteweyî û hem jî yên navneteweyî ev pîvanên pîşeyî qebûl kirine. Heke me rojnamegeran rêzgirtina li heqîqetan ji xwe re wekî bingeh qebûl kiribe û cudakarî qedexe kiribe, wê demê pêwîst e em hemû li gorî van pîvanan tevbigerin. Ji bilî hejmareke pir hindik a saziyên weşanê ku bi tundî bi pîvanên pîşeyî ve girêdayî ne, ev pîvan bi awayekî berdewam tên binpêkirin. Dev ji hewldana pêkanîna rojnamegeriya aştiyê berdin, di serî de pîvanên pîşeyî tên binpêkirin. Digel vê yekê mafên mirovan jî tên binpêkirin.”
Rojnameger dikarin aştiyê mîsoger bikin
Ercan Îpekçî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zexta desthilatdariyê ya li ser medyayê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hemû barê rojnamegeriya aştiyê nexin ser milê rojnamegeran. Hêza me ya arastekirina civakê jî heye. Yek ji rêyên vê yekê jî têkoşîna rêxistinkirî ye. Bi bidestxistina hişmendiyeke hevgirtinê ya hevpîşeyên me ku bikaribe têkoşîna rêxistinkirî bimeşîne, pêkan e ku em vê aştiyê misoger bikin. Dibe ku ji eniya xwe ve em bikaribin piştgiriyê bidin têkoşîna aştiyê û bibin xwedî wê hêzê ku zimanê otorîteyên din biguherînin.”
Piştî axaftinan, beşdaran jî raman û nêrînên xwe yên der barê vê mijarê de anîn ziman. Hevserokê DFGê Selman Çîçek, xebatên ku di warê rojnamegeriya aştiyê de bi rê ve dibin, ragihandin. Hevseroka DFGê Kesîra Onel jî bal kişand ser astengî û pirsgirêkên ku rojnameger li bajarên Kurdistanê pê re rû bi rû dimînin û destnîşan kir ku li dijî van pêkanînan divê zimanekî hevpar bê avakirin. Seroka MKGê Rosa Metîna jî pirsgirêkên ku rojnamegerên jin dijîn vegotin û bal kişand ser wê yekê ku ji ber ku ew aştiyê diparêzin, têne armanckirin.
Komxebat, piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.


