ÎHDa Stenbolê: Divê tu kes li dijî êrişan bêdeng nemîne

Şaxa ÎHDê ya Stenbolê li dijî êrişên ser Rojava daxuyanî da û diyar kir ku ji bo şer bê rawestandin divê mafê gelê kurd were naskirin.

1 deqe xwendin
ÎHDa Stenbolê: Divê tu kes li dijî êrişan bêdeng nemîne

Şaxa Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li Qada Şîşhaneyê ya navçeya Beyogluyê ji bo rawestina êrişên ser Rojava daxuyanî da. Daxuyaniyê Serokê şaxa ÎHDê ya Stenbolê Jiyan Tosun xwend.

Jiyan Tosun anî ziman ku Kobanê ji bo cîhanê bûye sembol û wiha axivî: “Di sala 2014an de DAIŞê êrişî Kobanê kir. Wê demê hêzên kurd êrişan tek bir. Li dijî berxwedana Kobanê DAIŞ tune bû. Piştî HTŞ hat ser desthilatdariya Sûriyeyê, êrişî gelê elewî, durzî û kurd kir.

Di berdewama axaaftina xwe de Jiyan Tosûn bal kişand ser parastina mafên kurdan û ev tişt gotin: “Ji bo şer bê rawestandin divê mafê gelê kurd bê naskirin. Divê li Sûriyeyê desthilatek demokratîk be avakirin. Ev desthilatdar dê bandorî Tirkiyeyê jî bike. Divê tu kes li dijî êrişan bêdeng nemîne.”