Îlham Ehmed: Baweriya gelê kurd bi hêzên ku DAIŞ di nav de ye nayê
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed banga lezgîn ji bo rawestandina êrîşan û parastina herêmên kurdan kir.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji bo rawestandina êrişên li ser kurdan û parastina taybetmendiyên herêmên kurdan, herwiha ji bo vegera li maseya diyalogê banga lezgîn kir.
Îlham Ehmed di civîneke çapemeniyê ya bi rêya Zoomê de got, li Hesekê kombûna herî mezin a çeteyan heye. Herwiha hişyarî da ku ev yek riskeke mezin li ser ewlehiya cîhanê çêdike.
Îlham Ehmed bi bîr xist ku gelê kurd ê bi hezaran berdêl dan, niha bi tenê hatiye hiştin.
Îlham Ehmed diyar kir ku serokê hikûmeta demkî Ehmed El Şara şertên rakirina cezayan li ser Sûriyeyê bi cih neanîne û got, baweriya gelê kurd bi hêzên ku DAIŞ di nav wan de hene, nayê.


