Îlham Ehmed: Divê gelê me hilmewesta xwe neteweyî nîşan bide

Îlham Ehmed diyar kir ku ji bo pêşiya şerên nû li ser Sûriyeyê bikin hewldanên mezin kirin, lê rewşa heyî ji ber nêzikatiya Şamê derketiye holê û got ku divê gelê kurd hilwesta xwe ya neteweyî nîşan bide.

1 deqe xwendin
Îlham Ehmed: Divê gelê me hilmewesta xwe neteweyî nîşan bide

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Îlham Ehmed derbarê êrîşên çeteyên hikûmeta demkî yên ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin de daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya Îlham Ehmed wiha ye:

“Ji 6ê mehê ve êrişeke dijwar ji aliyê komên girêdayî artêşa Sûriyeyê ve li ser gelê me pêk tê. Armanca van êrişan qirkirina kurdan e. Bi vê yekê dixwazin jiyana hevbeş a gelan ji holê rakin. Ji bo ku em careke din rê li pêşiya şeran venekin, me hewl da bi diyalogan pirsgirêkan çareser bikin û bi vê armancê me lihevkirinek îmze kir. Xala yekem ew bû ku agirbesteke giştî çêbibe û lihevkirin bikeve meriyete. Me ji bo vê yekê hinek dem xwest lê Hikûmeta Şamê panbendî agirbestê nebû. Ji bo wê em bang li hemû gelê xwe dikin ku ji xwe bawer bikin û sekna bi îradeyî nîşan bidin û helwesta xwe ya neteweyî diyar bikin. 

Bi taybet em ji gelê xwe yê Kobanê bawerim ku sala 2014an li hemberî hêza herî xeternak di dinyayê berxwedana mezin meşnad û ew têk birin, wê dîsa heman berxwedanê bike.  

Di qada navneteweyî, diplomasî, rêxistinî, gelêrî, xweparastin û berxwedanê de pêwîst e gelê me xwedî helwest be.

Em bang li hêzên navneteweyî û raya giştî dikin ku li beramber vê qirkirina bi ser gelê me de tê helwesta xwe diyar bikin. Vî gelî ji bo parastina we zarokên xwe feda kirin, divê hûn jî bi erka xwe ya exlaqî rabin û helwesta rast ji bo gelê me diyar bikin. 

Pêwîstî heye ku pêşiya van êrişên ku bi ser gelê me de tên, bê girtin.”