Îlham Ehmed: Ji bo bidawîanîna vî şerî hewldanên me hene

Îlham Ehmed diyar kir ku agirbest kevirê bingehîn ê pêkanîna peymana 18ê çileyê ye û got ji bo bidawîkirina şer hewldan hene.

1 deqe xwendin
Îlham Ehmed: Ji bo bidawîanîna vî şerî hewldanên me hene

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir ku agirbest û bidawîkirina çalakiyên leşkerî kevirê bingehîn ê pêkanîna peymana 18ê çileyê ye.

Îlham Ehmed bi bîr xist ku di rojên dawîn de tevgereke mezin a koçberiya bi komî ji gelek gund û bajarokan çêbû û her kes li benda vegerê ye.

Îlham Ehmed destnîşan kir ku jiyana sivîlan bi awayekî mezin bi zirar bûye û li gel zivistana sar jî proseya perwerdeyê sekinî.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed got: "Em xebatên xwe didomînin. Ji bo bidawîanîna vî şerî hewldanên me hene. Hewldanên nîştimanî û navneteweyî yên hêjayî spadariyê hene."