Înîsiyatifa Azadiya Girtiyên Nexweş: Divê Baştaş û Ayik bên berdan
Înîsiyatifa Azadiya Girtiyên Nexweş û Şaxa ÎHDê ya Stenbolê ji bo girtiyen nexweş çalakî pêk anîn û xwestin girtiyên nexweş Mecît Baştaş û Devrîm Ayik bên berdan.

Înîsiyatifa Azadiya Girtiyên Nexweş û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê di hefteya 602'yan de ji bo girtiyen nexweş çalakiya xwe li kolana Sakaryayê ya Enqereyê berdewam kirin. Înîsiyatifê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê Nexweş Mecît Baştaş ê 68 salî ku li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ye. Rêveberê Şaxa ÎHDê ya Enqereyê Asli Saraç daxuyanî da û anî ziman ku Mecît Baştaş ji ber temenê wî mezin e û nexweşê giran e, divê bi rêk û pêk derman bibe.
Asli Saraçê, anî ziman ku ji bo Baştaş nexweşxaneya Patnosê têra dermankirinê nake û wiha got: "Ji ber nayê dermankirin mafê wî yê tenduristiyê tê binpêkirin. Ji bo Baştaş bi rêk û pêk bê dermankirin divê serbest bê berdan."
Stenbol
Komîsyona Girtiyên Nexweş a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê jî çalakiya ‘Rûniştina F’ di hefteya 730an de berdewam kir. Koma ku li ber Şaxa ÎHDê kom bûn, daxuyanî dan. Komê li vir bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta ‘Bila girtiyê nexweş Devrîm Ayik serbest bê berdan’ û ‘Dermankirin maf e, nayê astengkirin’ hilgirtin. Dîsa dirûşmên ‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’ û ‘Dermankirin maf e, nayê astengkirin’ berz kirin. Parazvanê Mafê Mirovan Turker Demircî, anî ziman ku Devrîm Ayik li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê nexweşê giran e û xwest bi lez bê berdan. Turker Demircî da zanîn ku Devrîm Ayik ji sedî 76 astengdar e û xwest serbest bê berdan.
Piştî daxuyaniyê, çalakî bi dirûşman bi dawî bû.


