Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê : Daxwaza me a sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, diyar kir ku di pîrozbahiya Newrozê ya Stenbolê de dê daxwaza wan a sereke bibe azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan.

Di 22yê adarê de dê li Yenîkapi ya Stenbolê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” pîrozbahiya Newrozê were lidarxistin. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, bang li her kesî kir ku cil û bergên kurdî li xwe bikin û wisa tevlî pîrozbahiyê bibin.
Dayikên Aştiyê, her wiha got ku dê di pîrozbahiyê de daxwaza wan a sereke bibe azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.


