Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist
Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê bi delegeyên xwe re bi armanca nirxandin û plansaziya xebatên xwe, civînek li dar xist.

Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê bi delegeyên xwe re bi tevlîbûna Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç re civînek lidarxist. Di civînê de xebatên înîsiyatîfê yên ku tên meşandin hatin nirxandin û ji bo xebatên paşerojê hin danûstandin hatin kirin.


