Înstagrama Ajansa Welat cara duyemîn asteng kirin

Ajansa Welat a nûçeyan ku li ser hemû platformên dîjîtalê weşanê dike cara duyemîn rastî astengiyê hat.

1 deqe xwendin
Înstagrama Ajansa Welat cara duyemîn asteng kirin

Ajansa Welat a nûçeyan ku li ser hemû platformên dîjîtalê weşanê dike cara duyemîn rastî astengiyê hat. Hesabê Ajansa Welat a Înstagramê @ajansawelat1 li ser daxwaza Saziya Zanistên Teknolojîk û Ragihandinê (BTK) hesabê Ajansa me li Tirkiyeyê asteng kir.

Rêveberiya Ajansa Welat diyar kir ku ewê îtîrazî biryarê bikin û serî li riyên hiqûqî bidin.

Hûn dikarin hesabê Ajansa welat ê nû @AjansaWelat2 li ser platforma Înstagramê bişopîn in.