Îran cenazeyan winda dike
Berdevka Dayîkên Aştiyê ya Rojhilatê Kurdistanê Şeyda Rehmanî destnîşan kir ku rejîma Îranê cenazeyên girtiyên siyasî winda dike û bang li hemû jinan kir ku li dijî darvekirinan dakevin kolanan.

Dayîkên Rojhilatê Kurdistanê pêngava “Dawî li darvekirinê bînin” dabûn destpêkirin. Dayîkan ragihandibûn ku piştî şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê û şûnde rejîma Îranê lez daye bidarvekirina girtiyên siyasî û çalakgerên hatine girtin. Têkildarî vê mijarê Berdevka Dayîkên Aştiyê ya Rojhilatê Kurdistanê Şeyda Rehmanî ji Rojnewsê re axivî.
Berdevka Dayîkên Aştiyê ya Rojhilatê Kurdistanê Şeyda Rehmanî bal kişand ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê û girtiyên siyasî û got: “Rejîma Îranê ketiye nava krîzên mezin a hêzên navneteweyî û leşkerî. Lê tola vê jî xelkê herêmê digire.”
Berdevka Dayîkên Aştiyê Şeyda Rehîmî qala bicihanîna cezayê darvekirinê yên li girtiyên siyasî û xwepêşanderan tê birîn kir û wiha axivî: “Bê dadgehkirineke edalet, bê parêzer û bê li berçavgirtina proseya dadgeriyê, li ser îfadeyên di bin zext û êşkenceyê de tên bidarvekirin. Piraniya van jî bi hincetên bê bingeh yên weke ‘sîxûr’ û ‘çalakvanên li dijî desthilatê’ tên cezakirin.”
Cenazeyên girtiyên siyasî winda dikin
Şeyda Rehmanî anî ziman ku gelek caran cenazeyê kesên tên bidarvekirin nadin malbatên wan û wiha pêde çû: “Gelek caran cenazeyan winda dikin. Ev yek jî dibe bargiraniyek li ser jiyana xelkê û malbatên qûrbaniyan. Malbatên qûrbanî û kesên bên darvekirin ji aliyê hikûmetê ve tên çavdêrîkirin û gef li wan tê xwarin ku eger dengê xwe bilind bikin, wê çarenûsa wan jî heman be. Bi rengekî giştî Rojhilatê Kurdistanê li ber qirkirinekê ye.”
Têkildarî pêngava Dayîkên Aştiyê ya Rojhilatê Kurdistanê berdevka dayîkan Şeyda Rehmanî wiha lê zêde kir: “Armanca esasî ya ragihandina pêngava dawî li cezayê darvekirinê bînin ewe ku bala cîhanê kişandina ser rewaş li Rojhilatê Kurdistanê rû dide ye. Dîsa raya hevpar û yekgirtî di navbera hemû parçeyên Kurdistanê de bidîn avakirine. Li gel vê jî; dengê hevpar xurt bikine. Erk û berpirsyariyên siyasî û civakî zêdetir bixin ser milên hêzên siyasî. Daxwaz ji partî û aliyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê dikîn ku di vê demê de bûne hevpeyman; helwestên pêwîst, cidî û yekgirtî nîşan bidin. Bi regekî xurt piştgiya van daxwazan bikin.”
Şeyda Rehmanî bang li hemû beşên civakê kir û got: “Pêwîste civaka sivîl û giştî civak bi yek dengî tevlî bibin. Ji bo ev deng bigihêje saziyên navneteweyî û bala cîhanê bikişîne ser Rojhilatê Kurdistanê. Ji bo li hemberî vê zilm û zordariyê yek deng bin. Bala piştevaniya tevnên civakî bikişîne ser kolan û meydanan. Armanc ji vê yekê ewe ku dengê xelkê bigihêje saziyên mafê mirovan û avaniyên navneteweyî û Yekîtiya Ewropayê. Ev jî wê zexteke zêdetir ya cîhanî ya li dijî cezayê darvekirin û kêmkirina zilmê derkeve holê.”
Şadiye Rehmanî herî dawî bang kir û got: “Dayîkên Rojhilatê Kurdistanê ji ber xeteriya bidarvekirina zarokên wan di rewşeke giran de ye. Di nava ne rehetiyê de dijîn. Di vê demê de divê jin ji bo siberoja zarokên xwe li dijî darvekirinê rabin û bibin dengê girtiyên siyasî û ew ciwanên bê sûc jiyana wan di xeteriyê de ne. Di hemû şoreşên dîrokî de rola jinan diyarin. Beşeke esas ya têkoşîna gelan ya ji bo bidestxistina maf û azadiyê bûn. Ji bo wê daxwaz ji xwişk-birayên Bakur, Rojava, Başûr û ji derveyî welat dikîn ku biherin kolanan ji bo piştgirîkirina Rojhilatê Kurdistanê. Pêwîstiya me bi hevkariya we heye.”


