Îran cenazeyê 50 jinên xwepêşandar li Navenda Tipa Edlî ne daye sekinandin

Hat ragihandin ku herê kêm cenazeyên 50 xwepêşandêrên jin ên li Îranê hatin kuştin û nasnameya wan nehatiye aşkerekirin li Navenda Tipa Edlî ya Kehrîzê ne.

1 deqe xwendin
Îran cenazeyê 50 jinên xwepêşandar li Navenda Tipa Edlî ne daye sekinandin

Komeleya Zanistî ya Xwendekarên Civaknasiyê ya Zanîngeha Tarbîat Modares ya Îranê (Sociology Student Scientific Association of Tarbiat Modares University) têkildarî jinên xwepêşandar ên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin, raporek belav kir.

Di raporê de hat ragihandin ku di nava 4 rojên destpêkê yên xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê de, herî kêm 50 xwepêşanderên jin bi gulebarana raste rast ya hêzên ser bi rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Li gorî raporê cenazeyê jinên hatine kuştin hîna li Tiba Edlî ya Kehrîz ya li Tehranê têne girtin û nasnameya wan nehatine aşkerekirin.

Herwiha Komeleyê di rapora xwe de destnîşan kir ku di dema serdanên malbatan de ji bo naskirina cenazeyan û dîtina kesên winda, efserên rejîmê ji malbatan dipirsin ka gelo ew kesên jiyana xwe ji dest dane beşdarî xwepêşandanan bûne yan na, kesên ku beşdarî xwepêşandanan bûne rasterast dibin hewşa tiba edlî, lê ji bo yên din nameyek ji qereqola polîsan pêwîst dike.

Komeleya Zanistî ya Xwendekarên Civaknasiyê da zanîn ku wêneyên jinan ên li ser monitorên navendên polîsan ji malbatên ku li windahiyên xwe digerin re têne nîşandan, hejmara fermî ya hemû mirinan nagire nav xwe ku hebûna cenazeyên nenas nîşan dide ku pêvajoya naskirin û lêpirsînê hîna neqediyaye.

Hêjayî gotinê ye ku roja 28ê kanûna 2025an, ji ber qeyrana siyasî, aborî û civakî li rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandanên berfireh destpêkirin. Tevî zext, geft, girtin û kuştinên rejîma Îranê dengê nerazîbûnan li seranserê welat û dervey welat belav bû. Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA ji destpêka xwepêşandanan ve li Îran û rojhilatê Kurdistanê 6 hezar û 961 kes hatine kuştin û 51 hezar û 591 xwepêşander jî hatine binçavkirin, herwiha 11 hezar û 22 xwepêşander jî birîndar bûne.