Îran dê li navendên aboriyê bixe

Li Rojhilata Navîn şer giran dibe. Artêşa Îranê ragihand ku wê ji niha û pê ve li "Navendên aboriyê û bankayên li herêmê" bixe.

1 deqe xwendin
Îran dê li navendên aboriyê bixe

Di roja 12emîn a şer de li nêzî Dûbaî êrişên bi droneyan hate kirin. Li peravên Îmaratê jî li keştiyan hate xistin. Li Iraqê û Herêma Kurdistanê jî êrişên li ser baregehên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dewam dikin. Bombardûmana Îsraîlê ya li ser Lubnanê jî dewam dike. Rageşiya zêde di ser Tengava Hurmuzê re bandorê li bazara enerjiyê ya navneteweyî jî dike.

Îran: navendên aboriyê wê bibin hedef

Artêşa Îsraîlê ragihand ku weke bersiva li bombardûmana Îsraîl û DYEyê ya li hemberî Îranê wê çarçoveya êrişan berfireh bike. Rayedarên leşkerî yên Îranî diyar kirin ku wê ji niha û pê ve li navendên aboriyê û bankayên li herêmê bixin.

Hate ragihandin ku êrişên Îranê yên heta niha bi giranî li hemberî binesaziya enerjiyê, nûnertiyên dîplomatîk û baregehên leşkerî yên DYEyê yên li welatên Kendavê bûn.

Li nêzî balafirgeha dûbaî êrişa bi droneyan

Li Îmaratê, li nêzî Balafirgeha Dûbaî du drone ketin û di encamê de çar kes birîndar bûn. Di daxuyaniya Ofîsa Medyayê ya Dûbaî de hate ragihandin ku bûyerê bandor li trafîka hewayî nekiriye û seferên balafiran bi rengekî asayî dewam dikin.

Li peravên îmaratê êrişa li ser keştiyan

Li Kendavê rîska li ser ewlekariya deryayî zêde dibe. Ajansa Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Îngilistanê (UKMTO) diayr kir ku li peravên Îmaratê "fîşekeke nediyar" li keştiyeke bar ketiye.

Li gorî agahiyan, li heman herêmê keştiyeke konteynirê beriya bi çend saetan xisar dît û li peravên Ûmmanê jî li Tengava Hurmuzê êriş li keştiyekê hate kirin.

ÊRIŞÊN LI SER BAREGEHÊN DYE'YÊ YÊN LI IRAQ Û KURDISTANÊ

Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê ku nêzî Îranê ye îdîa kir ku ji roja destpêkirina êrişên li ser Îranê û vir ve li hemberî baregehên DYE'yê yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê 291 caran êriş kirine.

Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku di van êrişan de 13 leşkerên DYE'yê hatin kuştin. Lê belê ev agahî ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatiye piştrastkirin.

ÎDÎAYA ÊRIŞA BI FUZEYAN LI SER BAREGEHA DYE'YÊ YA LI KÛWEYTÊ

Muxafizên Şoreşê yên Îranê jî diyar kirin ku bi fuzeyan êriş birine ser baregehek DYE'yê ya li Kûweytê. Ajansên Îranê Mehr û Farsê ragihandin ku bi du fuzeyan li baregeha DYE'yê ya li Camp Arifjanê hatiye xistin.

Rayedarên Kûweytê li ser êrişê hîn piştrastkirineke fermî nekirine. Camp Arifjan ji bo hêzên bejahî yên Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê (CENCTOM) weke biryargeheke girîng a li pêş tê dîtin.

Êrişên li ser lubnanê dewam dikin, bîlanço giran dibe

Li Lubnanê jî şer dewam dike. Li herêma Bekaayê di êrişa li ser navenda hilberîna blokên kevir a li Temnin el Tahtayê, 7 karkerên Sûriyeyî jiyana xwe ji dest dan, 18 kes jî birîndar bûn.

Di êrişeke din de ya li herêma Ali el Nahri, pênc kes birîndar bûn.

Li aliyê din, banliyoyên başûr ên Beyrûdê bi rengekî giran hatin bombekirin. Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku êriş bi taybetî li herêma Haret Hreikê hatiye kirin.

Artêşa Îsraîlê diyar kri ku li başûrê Beyrûdê êriş biriye ser depoyên çekan û biryargeha Hîzbûllahê. Hate ragihandin ku roja Sêşemê li bajarê Sûrê navendeke Hîzbûllahê hatiye bombekirin.

Li gorî bîlançoya dawî ku rayedarên Lubnanî êvara Sêşemê ragihandin, di êrişên Îsraîlê de li Lubnanê 570 kes mirin, zêdeyî 753 hezar kes ji cih û warê xwe bûn. Tenê roja Sêşemê li başûrê Lubnanê 28 kes mirin.

Bazara enerjiyê di alarmê de ye

Yek ji nuqteyên krîtîk ên şer Tengava Hurmuzê ye. Ev tengava ku nêzî 40 kîlometre fireh e, ji bo trafîka deryayî û bazirganiya petrolê girîng e. Ji sedî 25 ê bazirganiya petrolê li Tengava Hurmuzê tê kirin.

Ji g7an hişyariya li ser rezervên petrolê

Wezîrên Enerjiyê yên G7 li Parîsê li hev civiyan û li hemberî hejandina buhayê petrolê diyar kirin ku ew amade ne tedbîrên pêwîst werbigirin.

Wezîran ragihandin ku li gel Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) bikaranîna rezervên petrolê yên stratejîk jî di nav de gelek gavên cuda di rojevê de ne. Li gorî Wall Street Journalê, IEA ji bo rawestandina bilindbûna buhayê petrolê pêşniyar dike ku rezervên stratejî di asteke awarte de bêne bikaranîn.

Çavkanî: Anf Newss