Îran êrişê Silêmaniye û Hewlêrê dike

Îranê kampa Komeleya Zehmetkêşan, gundê Zirguwêz û balafirgeha Herîr hedef girt. Hat ragihandin ku ji ber êrîşê agir bi kabîneyekê ketiye, lê windahiyên can çênebûne.

1 deqe xwendin
Îran êrişê Silêmaniye û Hewlêrê dike

Rejîma Îranê derengiya şevê kampa Komeleya Zehmetkêşan, gundê Zirguwêz ên Silêmaniyê û balafirgeha Herîr a Hewlêrê bombebaran kirin.

Şerê ku di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de di 28ê sibatê de dest pê kir, her diçe berfirehtir û dijwartir dibe. Di heman çarçoveyê de duh bi şev gelek deverên li Herêma Federal a Kurdistan û Iraqê hatin bombebarankirin.

Rejîma Îranê di saetê derengiya şevê de êrişê kampa Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ya li Surdaş a ser bi parêzgeha Silêmaniyê kir. Di encama êrişê de şewat di kabîneyek ya li kampê de derket. Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê, ragihand ku di encama êrişê de tu ziyanên canî çênebûne.

Herwiha derengiya şevê gundê Zirguwêz yê ser bi sînorê Silêmaniyê, bi rêya balafirek bêmirov û biçek ve hat bombebarankirin. Li gorî agahiyan ku welatiyên li herêmê ragihandine, li sînor dengê çar teqînên mezin hatine bihîstin.

Heta niha tu aliyên ewlekariyê yên Silêmaniyê têkildarî zirarên êrişê herwiha aliyê êriş pêkaniye de, daxuyanî nedane.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, derengiya şeva bihûrî balafirgeha Herîr a dikeve sînorê bajarê Hewlêrê ku baregeha hêzên Hevpeymaniyê lê ye, hat bombebarankirin.

Herwiha di saetên zû yên sibehê de jî li nêzîkî balafirgeha leşkerî ya Herîr dengê teqînek bihêz li asîmanê Hewlêr, hat bihîstin.

Gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatîn girtin, bi rêya dronekê êrişê balafirgehê hatiye kirin, lê ji aliyê sîstema parastina Hevpeymaniyê ve hat têkbirin.

Piştî êrişên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê, êrişên Îranê yên li seranserî Îraqê û başûrê Kurdistanê berdewam in. Rejîma Îranê, li başûrê Kurdistanê baregeh û kampên partiyên ji rojhilatê Kurdistanê bombebaran dike.

Li Îraqê, hat ragihandin ku hin baregeh û noqteyên girêdayî Heşdî Şebî hatine hedef girtin û hejmareke mezin windahî di êrişan de çêbûne.